'Nobeta Edaletê" ya Amedê 66 roj in didome

  • 16:35 20 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan dane destpêkirin 66 roj in didome. Malbatên girtiyan îro jî daxwazên xwe dubare kirin û gotin: "Divê girtîgeh hertim di rojevê de bin. Divê piştgirî bidin malbatên girtiyan." 
 
"Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş bên berdan û girtiyên înfaza wan hatiye betalkirin serbest bên berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 66'an de didome. Malbatan îro jî daxwazên dubare kirin. 
 
Reşahat Ada ya ku tevlî çalakiyê bûye, diyar kir ku divê her kes guh bide daxwazên me û got: "Heta çareseriyê em ê çalakiya xwe bidomînin. Zarokên me nexweş in û nayên tedawîkirin. Dibin nexweşxaneyan lê piştre jî 15 rojan di karantînayê de dihêlin. Em tu carî betalkirina înfazan qebûl nakin. Ji bo tedawîkirina zarokên me divê serbest bên berdan." 
 
Hazal Yildirim jî bal kişand ser domandina çalakiyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema ku zarokên bê berdan em ê dawî li çalakiya xwe bînin. Divê girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin divê bên berdan. Em êdî tehemûl nakin. Em tenê wekhevî û aştiyê dixwazin." 
 
Herdem Merwanî, destnîşan kir ku ligel hewaya sar jî çalakiya xwe ya edaletê didomînin û wiha bi lêv kir: "Divê girtîgeh her tim di rojevê de bin. Piştî ku cenaze derketin bila girtîgeh nebin mijar. "
 
Nûray Abay jî diyar kir ku dê "Nobeta Edaletê" heta dawiyê bidomînin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez bang li her kesî dikim ku bên tevlî çalakiya me bibin. Divê rayedarên dewletê guh bidin daxwazên me."