Di 'Nobeta Edaletê' de bal kişandin ser tecrîdê
- 16:26 20 Çile 2022
- Rojane
WAN - Di "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş de peyama têkoşînê ya li dijî tecrîdê hat dayîn. Malbatan diyar kir ku heta binpêkirinên mafan li girtîehan bi dawî nebin û gitiyên nexweş bên berdan wê çalakiyên xwe berdewam bikin.
"Nobeta Edaletê" ya ji bo berdana girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatiye şewitan a ji aliyê malbên girtiyan ve hatiye destpêkirin li Amedê di roja 66'emîn de û li Wanê jî di roja 41'emîn de berdewam dike. Îro Reveberiya DBP'ê ya Tuşbayê çû serdana çalakiy û Hevserokê BDP'ê yê Rêya Armûşê Delîl Aksoy ê di çalakiyê de axivî xwest ku demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
'Rojeva me ya sereke tecrîd e'
Delîl bal kişadn ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got, " Rojeva me ya sereke tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Divê Birêz Olcalan demildest bikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, girtî bên berdan û gitiyên nexweş bên berdan û dermankirin."
'Heta ku girtî bên tehliyekirin wê çalakiya me bidome'
Piştre yek ji xizma girtiyan Dilşah Alkan axivî û got ku hevjînê wê Îbrahîm Alkan gal e û pirsgirêkên tendirustiyê yên giran dijî. Dîlşa di berdewamiyê de xwst ku hemû girtî bên berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ji 40 rojî zêdetir e ku em çalakiya xwe didomînin û em ê berdewam jî bikin. Heta ku girtî neyên berdan wê çalakiya me bidome."