Mîtînga 'Em HDP’ê diparêzin' ji ber berfê hat taloqkirin

  • 12:27 20 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - Derbarê mîtînga "Em HDP'ê diparêzin" de Rêxistina HDP'ê ya Amedê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber berfê mîtînga 22'yê çileyê taloq kirine. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî zext û êrişên li dijî wê zêde bûne di 22’yê çile de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Em HDP’ê diparêzin” mitîngek li dar dixist, derbarê mijarê de Komîteya Amadekar a Mîtîngê li avahiya partiyê daxuyaniyek da. Endamên komîteyê, endamên partiyê û parlamenterên HDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP'ê ya Amedê û di heman demê de endama Komîteya Amadekar Gulistan Atasoy ve hat dayîn. 
 
Gulistan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî HDP'ê û got: "Îqtîdara AKP-MHP'ê li hemberî Gelê Kurd û HDP'ê êrişeke mezin pêk tîne. Binçavkirin û girtinên bêhiqûqî, hewldanên qetlîamê, qetilkirina Denîz Poyraz, helwesta AKP'ê û MHP'ê nîşan dide. HDP, bi kevneşopiya xwe ya bi salan tu carî serî li hemberî polîtîkayên teslîm girtinê serî daneynî. Li dijî polîtîkayên zext û zordariyê di 22'yê çileyê de mîtîngeke me pêk bihata. Ji bo mîtîngê em çûn gund û navçeyan û em mal bi mal geriyan. Di xebatan de me dît ku gel xwedî li HDP'ê derdikeve. Xelkê Amedê polîtîk e û xwedî hafizeya  dîrokî ye. Em dît ku gel xwedî li HDP'ê derdikeve."
 
Gulistan, di daxuyaniyê de wiha bal kişand ser mîtîngê: "Ji ber berfa zêde me mîtînga xwe taloq kir. Li Amedê dê hefteyek barîna berfê bidome û ji ber vê sedemê jî me taloq kir. Em naxwazin ku kesek ji bo mîtînê nexweş bikeve, qezeya trafîkê derbas bike. Ji bo me ewlehiya welatiyan girîng e. Li ser vê esasî me mîtînga xwe taloqê dîrokeke din kir."
 
Gulistan, da zanîn ku ji ber berfê şêniyên Amedê bi zehmetiyan re rûbirû man û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi barîna berfê re rewşa qeyûmê jî derketi holê Bi tevahî polîtîkayên îqtîdarê di bin berfê de ma. Zîhniyeta qeyûmê tu carî xizmetê ne da şêniyên Amedê. Lê em carek din tînin ziman em ê bi gelê xwe re siyasetê bikin. Partiya me li kolanan xwe birêxistin dike û mezin dibe. Di her şert û mercan de em ê têkoşîna xwe mezin bikin û xwe bi rêxistin bikin."
 
Gulistan, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dê rojên pêş de derbarê dîroka mîtîngê de agahiyê bidin.