Ji bo astengiya li pêş dersa kurdî, banga ‘Serî li baroyê bidin’

  • 09:10 20 Çile 2022
  • Rojane
Şehriban Aslan
 
AMED - Seroka Komîsyona Ziman a Baroya Amedê parêzer Elîf Bîrîkîlî, li dijî astengiya ku rêveberiyên dibistanan li pêş dersên bijarte yên Kurdî derxistiye an jî wê derbixin de banga "Serî li baroyan bidin" li malbatan kir.
 
Li dibistanên girêdayê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî di sala 2022-2023’yan de pêvajoya tercîhkirina dersên bijartî di 3’yê çile de dest pê kir. Di dersan de zaravayên kurdî, kurmanci û kirmanckî jî hene û xwendekar di tercihkirina van dersan de divê heta 21’ê çile serî li midûriyetên dibistanan bidin. Tevî ku tercîhkirina dersên kurdî mafekî qanûniye jî, hat dîtin ku hinek îdareyên dibistanên navend û navçeyan, beyî malbatan agahdar bikin, dersên kurdî ji forman derxistine. Ji ber vê jî agahiya malbatan ji hebûna dersên kurdî agahdar nabin.
 
‘Zimanê dayikê maf û krîtere’
 
Seroka Komîsyona Ziman a Baroya Amedê parêzer Elîf Bîrîkîlî jî balkişand ser girîngiya ziman û der barê astengiyê li pêş dersa bijarte ya kurdî  û wiha got: “Di alî civakî û siyasî de ziman tê wateya hebûnê. Mirov bi zimanekî tên dinê û ev ziman kes temam dike. Di peymanên navneteweyî û destura bingehînde axaftina zimanê dayikê mafe. Ji ber di civakê de mirov bi zimanên xwe tên venasîn. Li gorî min di alî xwe îfadekirinê de ziman krîtera sereke ye.”
 
‘Bi zimanê dayikê perwerde asta fêmkirinê pêş dixe’
 
Elîfê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ligel Plaftroma Zimana Kurd û Tevgera Ziman a Kurd, gelek akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û parlamenter li ser çapemeniya civakî bi dirûşma "Li hember zimanê xwe bê eleqe nemîne" kampanya dane destpêkirin. Elîfê daxuyakirin ku divê zarok bi zimanên xwe perwerdê bibînin û bi zimanê dayikê dîtina perwerdê asta fêmkirinê jî pêş dixîne.
 
‘Tayînkirin tune ne’
 
Elîfê wiha dirêjî dayê: “Li Zanîngehê Mêrdîn, Wan, Mûşê beşên Zimanê Kurdî hatine vekirin. Xwendekar li vir mezun dibin. Lê mixabin di 6 salan de tenê 61 mamoste hatine tayînkirin. Mînak li gorî rêziknameyên dibistanan 10 kes dersê hilbijêre dikare pol bê vekirin. Lê hejmara mamosteyan têr nake. Ev bi awayekî cidî bandor li ser xwendekaran dike.”
 
‘Divê malbat van dersan hilbijêrin’
 
Elîfê dawiya axaftina xwe de cih da van îfadeyan: “Li Tirkiyeyê bi rêzknameya di 2012’an hat weşandin de kurdî wek dersa bijarte ket mufredata Wezareta Perwerdê.  Di mufredatê de dihat gotin ku di polên 5,6,7 û 8’an de ger hejmara xwendekaran bigihêje komekê dikare hefteyê du saetan ders bê dayîn. Lê mixabin ev piştre pêk nehat. Di pêvajoya niha de rêveberên dibistanan ya forman kêm didin malbatan yan jî li gorî însiyatîfa xwe dersan hildibijêrin. Em ji malbatan vê dixwazin; Ger pirsgirêkê bijîn bila serî li baroyan bidin. Em pêvajoya hiqûqî dişopînin. Em ê têkoşîna xwe bi hev re bidin. Dîroka serlêdana dawî 21’ê çile ye.”