ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN

  • 09:00 20 Çile 2022
  • Rojev
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Îzmîrê Newroz Çelîk, da zanîn ku  yek ji sedema herî mezin a êrîşa li hember HDP’ê ev e ku HDP partiya jina ye û bang kir ku wê li dijî êrîşan bi mezinkirina têkoşînê bibin bersiv. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka TMMOB’ê Selma Aslan têkîldarî projeya veguherandina bajarvaniyê ya Peyasa Amedê de axivî û diyar kir ku di projeyên veguherandina bajarvaniyê de şêniyên li van deran tên mexdûrkirin û proje li gorî berjewendiyên aborî yên hin kes û derdoran tên pêşxistin.  DÎMEN HEYE
 
*ek ji girtiyên di lîsteya nexweşên giran ya divê demildest bê tahliyekirin, Şîvekar Ataş a nexweşa dil û tansiyonê ya giran e. Dayika wê Rabîa Ataş wiha got: “Divê wê ji 20 rojî carekê bibin nexweşxanê û derziyê lê bixin.  Lê ji ber pandemiyê dema dibin nexweşxanê dikin karantînayê. Dermanên li şûna derziyê tên bikaranîn dibe sedema werimandina bedena wê. Tevî dibêje min bibin nexweşxanê jî nabên nexweşxaneyê.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Desteya Darayî ya herêma Efrînê Fatma Lekto têkildarî Berxwedana Serdemê û hedefgirtina jinan a di Berxwedana Serdemê de wiha got: "Berxwedana Serdemê bi dawî nebûye û heta vê kêliyê jî dewam dike. Ji ber ku di hundir Efrînê de gel bi aramî û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijiya dewleta tirk a dagirker ev yek qebûl nekir û bi hemû rêbazên hov êrîşî Efrînê kir."  DÎMEN HEYE
 
*Seroka Komîsyona Ziman a Baroya Amedê parêzer Elîf Bîrîkîlî, li dijî astengiya ku rêveberiyên dibistanan li pêş dersên bijarte yên Kurdî derxistiye an jî wê derbixin de banga "Serî li baroyan bidin" li malbatan kir. BI DÎMEN