Li Wanê 'Nobeta Edaletê' 41 roj in didome
- 16:01 19 Çile 2022
- Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku ji hêla malbatên girtiyan ve hatî destpêkirin li Wanê 41 roj in didome.
Malbatên girtiyan li dijî binpêkirina mafên girtiyan, betalkirina înfazan û her wiha ji bo bal kişandina rewşa girtiyên nexweş li Wan û Amedê çalakiya "Nobeta Edaletê" dan destpêkirin. Çalakiya ku li Wanê hatî destpêkirin 41 roj in li Baroya Wanê didome.
Çalakî bi serdana sazî û rêxistinên sivîl û partiyên siyasî didome. Her wiha malbatan ji bo bibin dengê girtiyan jî li saziyan hevdîtin pêk tînin.