Ji bo strana kurdî ji Remziye Tosûn re fezleke hat amadekirin

  • 14:33 19 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Bi hinceta strana kurdî ya li daweteke ku Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun beşdar bûbû hatibû gotin fezleke hat amadekirin. 
 
Ji ber di daweteke ku tevlîbûyî de strana kurdî hat gotin, derbarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn de fezleke hat amadekirin. Remziye, di sala 2019’an de tevlî daweteke li navçeya Hênê bû û ji ber di dawetê de straneke kurdî hat gotin Remziye hat îxbarkirin. Di encama lêpirsîna îxbara ji Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Hênê ya Amedê hat kirin de di 26’ê Mijdara 2019’an de tiştên qewimîn xistin bin girtekê. Li gorî girteka hatiye amadekirin, stranbêjê stran gotine îdia kiriye ku stranên ku naveroka wan propagandaya rêxistinê ne, bi zextên Remziye û kesên pê re gotiye. 
 
Di encama lêpirsîna hat kirin de, Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Remziye de bi daxwaza rakirina destnedayînê fezleke amade kir û şand Meclîsê. Di fezlekeyê de hat îdiakirin ku stranên li ser daxwaza Remziye û kesên pê re hatin gotin, di çarçoveya birdoziya rêxistinê hatine amadekirin, netewperestiya kurd derxistiye pêş, egîdbûyina endamên rêxistinê hatiye nişandan û tevlîbûna gel a rêxistinê hatiye teşwîqkirin. Di fezlekeyê de hat xwestin ku Remziye bi vî awayî propagandaya rêxistinê kiriye û di çarçoveya xala 83’yemîn a makeqanûnê de destnedayîna wê were rakirin. 
 
'Me jî tu caran serî li dijî van bêhiqûqiyan danenî'
 
Remziye ya derbarê wê de fezleke hat amadekirin jî wiha got: “Di kesayeta me de dixwazin gelê kurd bitirsînin û biqutifînin. Heta niha ji me re bi dehan fezleke amade kirin. Ji ber em li rex Hevserokên xwe yên Giştî sekinîn heta gerandina govendê. Hewl didin her xebata em dikin weke sûc nîşan bidin. Bi vê yekê jî dixwazin gel di bin zextê de bihêlin. Bi Doza Kobanê û doza girtinê ev bi awayekî zelal tê dîtin. Dema gotûbehs dibe HDP her tişt qedexe ye lê ji wan re her tişt serbest e. Gelê me di ferqa van tiştên dixwazin bên kirin de ye. Me jî tu caran serî li dijî van bêhiqûqiyan danenî û em danînin jî.”