'Her zinarek Efrînê çîrokek berxwedana serdemê vedibêje'

  • 09:13 19 Çile 2022
  • Rojane
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Jinên Efrînî yên ku 58 rojan di bin şert û mercên giran de li berxwe dan û niha jî li Şehbayê rêya tekoşîn û berxwedanê hilbijartine wiha gotin: "Dewleta tirk a dagirker a ku di NATO'yê de cih digire bi 72 balafiran êrîşî Efrînê kir. Em wek jin ji bo parastina welatê xwe ketin nava tevgerê û me rêxstina xwe xurtir kir. Me 58 rojî li berxwe da. 58 sal jî derbas bibe em ê ji bo axa xwe ya pîroz li ber xwe bidin."
 
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk bi 72 balafirên leşkerî êrişî Efrînê kir. Ji wê kêliyê ve çîroka Berxwedan Serdemê dest pê kir. Dewleta tirk û komên girêdayî wê bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Efrîn û gundewarên wê kir. Gelê Efrînê 58 rojan li hember tanq û topên dewleta tirk li berxwe dan û dîroka gelê kurd ji nû ve nivîsand. Jinên Efrînî cihekî pir mezin di berxwedana serdemê de girtin û pêşengtî kirin. Bi dehan jinên têkoşer bi berxwedanek mezin û bi lehengtiyek mezin li hember dijmin gihaştin asata şehadetê. Mînaka wê jî Avêsta Xabûr, Barîn Kobanê û bi dehan jinên leheng navê berxwedana serdemê bi xwîna xwe nivîsandin. Gelek dayîkên Efrînî bê tirs wekî mertalên zindî derdiketin ser xetên cebhê. Jinan di her qadê de cih girtin û têkoşîn kirin. Jinên Efrînî yên ku kêlî bi kêlî di berxwedana serdemê de li hember dijmin tekoşîn dikirin ji ajansa me re axivîn û nirxandin kirin.
 
'Tirkiyeyê bi 72 balafiran êrîş kir'
 
Jina Efrînî Dunya Xidir a ji gundê Meydanayê ya navçeya Recoyê ya Efrînê ye kêliyên berxwedana serdemê vegot û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Beriya êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Efrînê jiyana me gelek xweş û aram bû. Jiyana me xweş û bi rêxistin bû heta ku di 20'ê Çileya 2018'an de saet di 4'ê ber bi êvarê ve 72 balafirên leşkerî yên dewleta tirk a dagirker bi ser esîmanên Efrînê ketin, Efrîn û gundewarên wê topbaran kirin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hovîtiya xwe êrîşî Efrîn û gundewarên wê kirin. Dewletek ewqas mezin a di NATO'yê de di asta duyemîn de cih digire li hember bajarekî biçûk ê wek Efrînê bi 72 balafiran êrîş kir. Lê dîsa jî li hember hêzek wilo mezin, gel û bi taybet jinên Efrînê berxwedanek mezin kirin."
 
'Jinên Efrînî pêşengtî kirin'
 
Dunyayê bal kişand ser hêza jinê û tirsa dijmin a ji hêza jinê û wiha anî ziman: "Dijmin xwest ku jina Efrînî têk bibe, lê xewnên wan vala derket. Ji ber ku jinên Efrînî tu carê ji balafirên dewleta tirk natirse. Berovajî vê jinên Efrînê daketin qadan û gotin em hene û em ê pêşengtiya têkoşîna di nava vî şerî de bikin. Me hêz û vîna xwe ji şervanên azadiyê yên ji bo parastina me rih û canê xwe feda kirine, girt. Me raste rast nikarîbû çek bigirta û derbasî çeperên şer bibin, lê belê her kesê ku ji destên wan dihatin alîkarî dikirin. Ji kal û pîrên 70 salî heta zarokên 7 salî ji bo parastina axa xwe ketin nava tevgerê. Mirov dikare bi kurtasî bêje berxwedana serdemê şerê gelê şoreşger bû." 
 
'Her tim helwesta min tolhildan bû'
 
Dunyayê di berdewamiya axaftina xwe de behsa kar û xebatên ku di berxwedana serdemê de didan meşandin, kir û wiha pê de çû: "Di tevahî cîhanê de tu kes Efrîn û gelê Efrînî nas nedikir. Lê bi berxwedana serdemê re tevahî cîhanê berxwedana jina kurd nas kir û dengê jina kurd gihaşt tevahî dinyayê. Min wek jinek Efrînî, cihê xwe di komîteya tendirustiyê de digirt. Her car birîndar derbasî navenda me dibûn rastî jî buyerên gelek bi êş bûn û ji bîra mirov naçin. Dema ku min birîndar didîtin ez gelek xemgîn dibûm, ji ber vê yekê her tim helwesta min tolhildan bû. Ruxmî ku şerekî wisa dijwar li gundê me diqewimî lê dîsa gel xwe di nav şer de bi rêxstin dikir."
 
'Çavên me xew nedidîtin'
 
Dunyayê da xuyakirin ku ruxmî êrîşên gelek hov lê dîsa wan wek jinên Efrînê xeta berxwedanê hilbijartin û wiha vegot: "Çavên me ji ber dengê topbaranê xew nedidîtin. Her tim êrîş berdewam bû. Nayê bîra min ku deqeyekê dengê topbaranê rawestiya. Ji bilî xeta berxwedanê tu rêyên din li pêşiya me tune bû. Berxwedan û tekoşîna jinan di berxwedana serdemê de rastî jî gavek dîrokî bû. Jinan di çeperên şer de, di mertalên zindî û di parastinê de cih girtin. Gelek dayikan xwarin ji bo zarokên xwe yên di çeperên şer de bi roj û şev xwarin çêdikirin. Canê xwe feda dikirin tenê ji bo ku wê xwarinê bigihêjin xeta cebhê."
 
'Her zinarek Efrînê çîrokek berxwedana serdemê vedibêje'
 
Dunyayê di axftina xwe de bal kişand ser sekna jinên Efrînê ya di berxwedana serdemê de û wiha dom kir: " Di navçeya Recoyê de me gelekî berxwedan kir. Miletê ku ji gundên xwe derdiketin û dihatin navçeyê em bi wan re dibûn alîkar. Ji bo ku em gundên xwe biparêzin bi êvaran em derdiketin parastinê û heta sibehê diman. Ruxmî ku me di berxwedana serdemê de gelek êş û zehmetî kişand lê dîsa ji bo parastina warê zeytûnê me li ber xwe da. Berxwedana Serdemê ji me re bû çîrokek, em ê vê çîrokê bi nifşên nû re parve bikin. Li ber her zinarek Efrînê çîrokek berxwedana serdemê heye. Berxwedana serdemê bû berxwedanek dîrokî."
 
'Em ê hesab ji Tirkiyeyê bipirsin'
 
Dunyayê di dawî de hêvî kir ku di demek nêz de Efrîn bê rizgarkirin û daxwazên pekrewanên xwe bi cih bînin û wiha got:" Rast e niha em li Şehbayê dijîn lê em welatê xwe ji dagikeran re nahêlin. Wê rojek were Efrînê rizgar bibe û em ê hesab ji Tirkiyeyê bipirsin. Em ê li vê derê li berxwe bidin û têbikoşin heta em vedigerin ser axa xwe. Her tim em ê xeta berxwedanê hilbijêrin."
 
'Dewleta tirk a dagirker bi hovîtiyeke mezin êrîşî Efrînê kir'
 
Endama Rêxstina Kongreya Star Zelûx Henan têkildarî berxwedana jinan a di berxwedana serdemê de axivî û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Wek Kongreya Star kar û xebatên me di astên herî baş de dihatin meşandin. Erka me ye ku em jinan biparêzin û zane bikin. Jiyana me berê li Efrînê gelek xweş bû. Heta roja Şemiyê 20'ê Çileya 2018'an ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêbazên herî hov êrîşî Efrîn û gundewarên wê kir. Dewleta tirk a dagirker bi 72 balafirên leşkerî êrîşî Efrîna biçûk kir. Dema ku em vegeriyan gundê xwe me dît ku balafirên Tirkiyeyê navenda Asayîşê topbaran kir û di encamê de gelek kes birîndar ketin. Rastî jî dema ev bûyer tên bîra min ez gelek xemîn dibim. Êşa me gelek giran û kûr e."
 
'Me xwarin ji şervanan re amede dikir'
 
Zelûxê di axaftina xwe de behsa kar û xebatên jinan a di berxwedana serdemê de kir û wiha bi lêv kir: "Li gor ku hemû bûyerên bi êş li pêşiya çavên me diqewimîn, dîsa jî me wek jin cihê xwe di her derê de girt. Zarokên me di çeperên şer de cih digirtin. Wekî dayik tiştê ku ji destên me dihat ew bû ku em xwarinê ji şervanan re amade bikin. Me hêza xwe ji şervanan digirt û şervanan jî hêza xwe ji me digirtin. Me û şervanan hevdu temam dikirin. Jinan ne tenê xwarin amede dikirin, hin tevlî mertalên zindî dibûn û hinan jî parasina gundên xwe dikirin. Gelek jin jî di nav gel de tev digeriyan û gel bi rêxistin dikirn. Hinek jî derdiketin nava gel ji bo ku moral bidin gel. Rastî jî çiqas mirov kêliyên berxwedana serdemê bîne ziman, mirov nikare heqê wan kêliyan bi gotinan bide. Ji ber ku rastî jî şerekî pir dijwar bû û li beramberî wê di 58 rojan de berxwedanek dîrokî hat jiyîn."
 
'Her tim helwesta me berxwedan bû'
 
Zelûxê wiha axftina xwe berdewam kir: "Em derdiketin ji bo ku em komnûnerên mezin li derve pêşwazî bikin. Me her roj meş li dar dixistin, me nedigot topbaran e yan jî şer e. Bi coşeke pir mezin gel beşdarî çalakiyan dibûn. Bi rastî jî cîhanê Efrîn bi berxwedana serdemê  nas kir. Ev zarokên warê zeytûnê ne. Dema ku seferberî hat ragihandin, hemû ciwanên Efrînê bê tirs berê xwe dan çeperên şer. Her tim helwesta me berxwedan bû, wê her tim jî berxwedan be."
 
'Tu carî nikarin kurdan têk bibin'
 
Zelûxê di dawî de daxwaza vegera warê zeytûnê kir û wiha bi dawî kir: "Wek gelê Efrînê ger me 58 rojî di bin şert û mercên herî giran de li berxwe da, pêwist bike em ê 58 salê din jî ji bo axa xwe li berxwe bidin. Bila dijmin baş bizanibe ku tu car nikare kurdan têk bibin. Ji ber vê jî her tim gotina me berxwedan û tekoşîn e."