'Divê xwendevan bêyî mudaxeleyê bikaribin zimanê xwe hilbijêrin'

  • 09:09 19 Çile 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Derbarê hilbijartina dersa bijarte a ji bo perwerdeya bi Zimanê Kurdî li dibijstanan, Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn got: “Pêwiste ku bêyî mûdaxeleya rayedaran xwendevan bi xwe tercîhên xwe bikin û perwerdeya bi zimanê xwe bibijêrin.  Li her bajarî sazî û navendên me yên sendikayan hene. Heke di vî aliyî de gilî û nerazîbûnên xwendevanan û malbatên wan hebin bila xwe bigihînin me.”
 
Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê morovî ye. Ev mafê rewa ji laiyê serdestan ve li zarokên kurd  hatiye qedexekirin. Li hemberî vê qedexeyê jî têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd a ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê her berdewam kiriye û li ser van daxwazan di salên borî de dewleta tirk mecbûr mabû ku ji înkarkirina kurdan tawîzê bide û ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê dersa bijarte kiribû rojevê. Lê reyedarên ji perwerdeyê berpirs bi hincetên ku mamoste tune ne û bi pêşniyarkirina dersên cuda xwendevan ji vê daxwaza wan dûr xistibûn.  Di rojên borî de Wezareta Perwerdehiyê careke din diyar kir ku ew ê di navbera 4-20'ê Çileyê de li dibistanên navîn û lîseyê perwerdehiya bi Zimanê Kurdî wekî dersa bijarte bikin bernameya xwe û xwendekarên ku bixwazin wê bikaribin perwerdehiya bi Zanê Kurdî wekî dersa bijarte hilbijêrin. 
 
Têkîldarî mijarê Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Xwendevan ji bo dersên olî bibijêrin neçar hatin hiştin’
 
Emîne Akşahîn  diyar kir ku yek ji mijarên wan a herî sereke perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Emîne bal kişand ser girîngya zimanê zikmakî  û destnîşan kir ku mafê hemû mirova heye ku di her qadên jiyanê de bi zimanê xwe biaxive û bi zimanê xwe bijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo hemû mirovan mafekî bingehîn e. Ji bo vî mafî bi slan e têkoşîna tê dayîn û cûrbecûr xebat tên meşandin. Yek ji wan jî hilbîjêrîna dersên bijarte ya zimanê kurdî ye ku li ser daxwaza ket rojevê.  Lê belê piştî demekê pergala perwerdê xwest bernameyê di beşên cuda de pêş bixe. Ango rêveber û rayedarên ku di sazî û dezgehên dibistanan de ci girtin xwestin vî mafî di aliye dersên olî de bi kar bînin. Di vî warî de xwendevan hatin îknakirin û xwendevan ji bo ku wan dersan bibijêrin neçar hatin hiştin.”
 
‘Pêvajoya pandemiyê hat bikaranîn’
 
Emîne got ku pergalek perwerdehiya ku ezmûnê esas digire heye û destnîşan kir ku pergala pandemiyê di pêvajoya pandemiyê de jî pergala perwerdehiyê ji xwe re wek firsendek bi kar anî û wiha pêde çû: "Di pergala ezmûnê de dersen Tirkî, Matematîk û Zanista Fenê tê bijartin an jî dersen ku îdeolojiya olê tên esasgirtin hene. Di pêvajoya pandemiyê de nivîsek hate weşandin û hat gotin ku ji bo xwendevanên dersen bijarte tercih nekirin e wê îdare di bedêla wan te tercîh bike. Ev nivîs gelek xeter bû. Li vê herêmê ji %50 zêdetir xwendevan ji ber pêvajoya pandemiyê nekaribûn xwe bigihînin perwerdehiyê. Lewra rayedarên dibistanan bi hevkariya çend saziyên din li herêmê dersen olî xistin pêş û ew bernameya dersen bijarte li ser vî esasî hat rêvebirin.”
 
‘Divê bêyî mûdaxele xwendevan bikaribin tercîh bikin’
 
Emîne bilêv kir ku divê ji bo dersên bijart bingeh bê ava kirin û ev tişt got: “Îsal li dibistanan careke din perwerdehiya rûbirû  dest pê kir û bêyî derengmayîn em dixwazin vê mijarê bikin rojevê. Pêwiste ku bêyî mûdaxeleya rayedaran xwendevan bi xwe bikraibin tercîhên xwe bikin. Li her bajarî sazî û navendên me yên sendikayan hene. Heke di vî aliyê de gilî û nerazîbûnên xwendevanan û malbatên wan hebin bila xwe bigihînin me. Heke bernameya dersen bijarte bê pêkanîn divê bingeha wê jî were ava kirin. Di salên berê de pirsgirêkên ku me jiyabûn kêmaniyên kontenjan û polan bûn. Wekî mînak heke dersen muzîkê bên dayîn divê ji bo wê jî mamosteyên biranşa wan muzîk be bên tayînkirin û pol bên eyarkirin. Divê ji bo dersa muzîkê mamosteyên dersa olî neyên tayînkirin. Ji hemû beşên mamosteyan bi hêjmarek zêdetir mamosteyên olê tên tayînkirin û ew jî dibe sedem ku xwendevan tenê ji wan dersan perwerdehiyê bibînin.”
 
‘Divê perwerdeya bi zimanê dayikê bibe ya fermî’
 
Emîne di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Gelê Kurd bi salan e ji bo mafê bikaranîna ziman û perwerdehiya bi zimanê xwe daxwaz dike.  Ji bo ku pêşî li van daxwazan bigirin dersa bijarte bi kar tînin û wiha berdewam kir: “ Bi karanîna zimanê zikmakî bi awayekî bijartte û bi rêbaza di hefteyekê de saetek rêbazeke şaş ku têrê nake ye û em qebûl nakin. Lazime ku her netew bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne. Lê Zimanê Kurdî xistine beşa dersen bijarte û tevî vê jî tu mamoste nayên tayînkirin. Ev helwesta wan jî nîşan dide ku ev rêbaza dersa bijarte ji bo Zimanê Kurdî tenê ji bo ku dîmenek di wî aliye de nîşan bidin û pêşiya wê daxwaza rewa were girtin e. Li gel ku ev mijara desrsa bijarte 5 -6 sal e kirine rojevê jî heta niha tenê 61 mamoste hatine tayînkirin. Lê gava em lê dinihêrin li hemû deverên Tirkiyê bernameya dersen bijarte li dibistanan heye.”
 
‘Em ê şopdarê mijarê bibin’
 
Emîne di dawiya axaftina xwe de ji bo hilbêjirîna dersa zimanê kurdî bang kir û diyar kir ku heta 21ê Çilê bila xwendevan bêyî mudaxeleya rayedaran dersên xwe tercih bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kampanyayek di wî aliyî de heye ku em jî piştgiriyê didinê. Bi mîlyonan kesî piştgirî dan wê kampanyayê.  Em ê şopdarê wê mijarê bin. Di hemû dibistanan de endamên me hene û wê EgîtîmSen di vê mijarê de hestiyar nêz bibe. Daxwaza me ew e ku divê li gorî nevzuatê tevger bê kirin û xwendevan bi dil û daxwaza xwe dersan bijmêrin û neyên mexdûrkirin.”