ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN

  • 09:00 19 Çile 2022
  • Rojev
 
*Xizmên girtiyan di serdana Enqereyê de ji bo 38 girtiyên divê lezgîn bê tahliyekirin dosyayek pêşkêş kirin û yek ji van girtiyan Semîre Dîrekçi ye. Semîre nexweşiya giran a roviyan dijî û ji sedî 90 nabîne. Xwişka wê Mulkiye Dursun banga, “Em xwedî li girtiyan derkevin, me 8 heb windakirin yên din winda nekin" kir. BI DÎMEN  
 
* Îpek Dedeogullari yek ji 7 kesên ji malbata hat qetilkirinê bû. Xwişka wê Turkan Rifatoglu xwişka xwe wek ‘rûken’ anî ziman û got xwişka wê Îpek her tim bi mirovan re di têkiliyên baş de bûye û banga xwedî derketina dozê li kurdan kir. BI DÎMEN 
 
*Siyasetmedar û parêzer Bedîa Ozgokçe der barê rewşa  Aysel Tugluk de axivî û da zanîn divê rewşa girtiyên nexweş bê rojeva saziyên li Ewropayê û  got hedefa wan ev e ku mijarê di rûniştina Konseya Ewropayê ya di 24’ê Çileyê de dest pê dike bînin rojevê. BI DÎMEN  
 
*Derbarê hilbijartina dersa bijarte ya ji bo perwerdeya bi Zimanê Kurdî li dibijstanan, Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn got: “Pêwiste ku bêyî mûdaxeleya rayedaran xwendevan bi xwe tercîhên xwe bikin û perwerdeya bi zimanê xwe bibijêrin.  Li her bajarî sazî û navendên me yên sendikayan hene. Heke di vî aliyî de gilî û nerazîbûnên xwendevanan û malbatên wan hebin bila xwe bigihînin me.” BI DÎMEN
 
*Jinên Efrînî yên ku 58 rojan di bin şert û mercên giran de li berxwe dan û niha jî li Şehbayê rêya tekoşîn û berxwedanê hilbijartine wiha gotin: "Dewleta tirk a dagirker a ku di NATO'yê de cih digire bi 72 balafiran êrîşî Efrînê kir. Em wek jin ji bo parastina welatê xwe ketin nava tevgerê û me rêxstina xwe xurtir kir. Me 58 rojî li berxwe da. 58 sal jî derbas bibe em ê ji bo axa xwe ya pîroz li ber xwe bidin."
BI DÎMEN