Beriya mîtîngê bi gel re hevdîtin: Wê bibînin ku HDP gel e

  • 16:16 18 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - HDP, xebatên xwe yên mitînga ku wê di 22'ê çileyê de li Amedê li dar bixe li navçeya Bismilê berdewam kirin.
 
Partiya Demokratîk'a Gelan (HDP), wê di 22'ê çileyê de bi tevlibûn Hevserokê xwe yê Giştî Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li Qada Stasyonê ya Amedê mitîngek li dar bixe. Rêxistinên HDP'ê yên Amedê xebatên xwe yên mitîngê li navçeya Bismilê berdewam kirin. Di çarçoveya xebatan de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag serdana navçeyê kir û li avahiya partiya xwe ya navçeyê bi gel re civiya. Gelek kes tevlî civînê bûn. 
 
Di civînê de Parlamenter Dersim Dag axivî û bi van gotinan bal kişand ser mitînga ku wê li Amedê li dar bixin: "Mitîng bi qasî Newrozê girîng e. Bila hemû gelê me bi rengên xwe li Qada Stasyonê bin û diyar bikin ku HDP gel e û gel tûcarî serî natewîne. Îro li ser vîna Gelê Kurd, li ser tekoşîna Gelê Kurd erîş pêk tên. Ev mitîng ji bo xwedîderketina li vîna vî gelî ye. Em dizanin ku kengî tecrîd kûr bibe, li her alî pirsgirek dertên holê."
 
'Nikarin pêşiya me bigirin'
 
Di berdewamê de Dêrsimê, bal kişand ser  doza girtinê ku li partiya wan hatiye vekirin û wiha got, "Gelek partiyên kurdan hatin girtin lê tûcar nikarin peşiya me bigirin. Îro HDP partiya hemu gelan e. Hemu gel di bin siwana HDP'ê de hatine ba hev. AKP û MHP ji vê ditirsin. Dibînin ku li dijî faşîzma wan tenê HDP serî radikê ji bo wê jî êrişî HDP'ê dikin. Lê bila bizanibin ku HDP tûcarî serî natewîne û her tim li hemberî zilma wan serî radike."
 
'Heqaretê li Gelê Kurd dikin'
 
Dêrsimê, derbarê daristana ku tê plankirin li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li Kirklar Daxî bê avakirin de jî ev tişt anîn ziman: "Heqaretê li gelê kurd dikin. Navê kujerên kurdan li erdnîgariya Kurdistanê dikin. Gelo gel vê qebûl dikê an na? Em ê bersiva wan li Amedê bidin. Hedê wan nîne ku heqeretê li kurdan bikin. Amed nîşana Kurdistanê yê Amed çawa be Kurdistan jî bi wî rengî ye."
 
Di dawiya axaftina xwe de Dêrsimê, bang li Bismiliyan kir ku tevlî mitînga wê li Amedê bê lidarxistin bibin.