Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re çû serdana 'Nobeta Edaletê'

  • 15:47 18 Çile 2022
  • Rojane
 
RIHA - Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re a çû serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên 'Nobeta Edaletê' digirin wiha got:"Em dixwazin her kes li qada ku lê ne xwedî li vê têkoşînê derkevin. Em dikarin bi daxwaza edaleta hevpar vê yekê bi ser bixin."
 
Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re yên ji Stenbolê hatin çûn serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên li ber Edliyeya Rihayê 'Nobeta Edaletê' digirin. Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî bi heyetê re çû serdanê. 
 
'Em dikarin bi daxwaza edaleta hevpar vê yekê bi ser bixin'
 
Ji berdevkên însiyatîfê Huseyin Îldan wiha got:"Em têkoşîna bi malbatê re ji xwe re wekî peywirekê dibînin. Em loma di vê çarçoveyê de bang li civakê jî dikin ku her kes li qada ku lê ne xwedî li vê têkoşînê derkevin. Em dikarin bi daxwaza edaleta hevpar vê yekê bi ser bixin."
 
Ji berdevkên însiyatîfê Ugur Karadaş jî bal kişand ser rewşa girtîgehan û ATK'ê.
 
Emîne û Ferît Şenyaşar ên piştî heyetê axivîn ji beşdaran re spas kirin. Heyetê piştî ku demekê bi malbatê re nobet girt ji qadê veqetiyan.