Ji hiqûqnasan ji bo Ayselê bang: Divê demildest bê berdan

  • 09:08 18 Çile 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzerên Baroya Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê Asli Pasînlî, ji bo tahliyekirina girtiya nexweş Aysel Tugluk, banga ‘ji bo pêkhatina edeletê, divê em têbikoşin’ kirin. 
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk 5 sal in li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ya Kocaeliyê tê girtin. Aysel ku 10 sal ceza lê hatiye birîn pirsgirêkên tenduristiyê dijî û du sal in teşîsa demans lê hat danîn. Rewşa Ayselê roj bi roj girantir dibe. Tevî rapora ku SaziyaTipa Edlî (ATK) ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî  ATK’a Stenbolê berovajî vê rapor da û got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’.
 
Li hember vê bi hezaran jinî bertek nîşan dan û kampanya pêk anîn. Herî dawî bi sernavê ‘Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’ kampanya hat destpêkirin û jinan azadiya Ayselê xwestin. Di çarçoveya vê kampanyayê de bi hezaran kesî li ser çapemeniya civakî bi hashtaga “#BinlerceAyseliz” parve kirin kirin û xwestin Ayselê demildest bê berdan. Li gel Tirkiyeyê, ji Emerîka, Elmanya, Avustralya, Hollanda, Fransa, Swêd, Îngîlîstan, Kuba, Îtalya jin tevlî kampanyayê bûn. Kampanya bi 8 zimanan hat weşandin û nêzî 6 hezar kesî îmze kir. 
Parêzerên Baroya Amedê jî ku îmze avêtin kampanyayê bang kirin.
 
‘Divê Aysel û girtiyên nexweş yên din demildest bên dermankirin’
 
Ji parêzerên Baroya Amedê Asli Pasînlî da zanîn ku Aysel yekemîn hevseroka giştî ya dîroka partiya siyasî ya kurd e û wiha got: “Di heman demê de bi salan di qada têkoşîna li hember şîdeta jinê têkoşîn daye, parêzvana mafê mirovane. Aysel û hemû girtiyên nexweş divê demildest bên berdan.”
 
‘Tê wateya parastina nirxên ku Ayselê temsîl dikir’
 
Endama Lijneya Rêveberiya OHD'ê ya Amedê parêzer Suzan Akîpa jî wiha daxuyand: “Aysel Tugluk jineke kurd a Ewlewî ye û bi salan têkoşîna jinê û siyaseta demokratîk meşandiye. Dîlgirtina Ayselê tê wateya êrîşa li hember nirxên ku Ayselê temsîl dike. Ji ber vê jî ji bo Ayselê daxwazkirina edeletê, daxwazkirina azadiyê, tê wateya parastina nirxên ku Ayselê temsîl dikir. Îro her kes dizane ku Ayselê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dijî. Tevî raporên tên dayîn rapora ATK’a Stenbolê hincet tê nîşandan û nayê berdan. Girtiyên nexweş nayê tahliyekirin û ev tê vê wateyê ku hiqûqa heyî pêk nayê.
 
‘Bila rayedar peywira xwe bînin cih’
 
Suzanê destnîşan kir ku berpirsê êrîşa li hember cenazeyê dayika Ayselê û êrîşa li hember têkoşîna Ayselê, polîtîkay şer û mirinê ya desthilatdariyê ye û wiha dawî lê anî: “Bi hezaran jin bi dehan rêxistinên jinan azadiya Ayselê xwestin. Hîna jî didomînin. Em vê bangê dubare dikin. Divê demildest Aysel û girtiyên nexweş bên berdan.”
 
‘Em berpirs in ku têkoşînê bidomînin’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê parêzer Hatîce Demîr jî bi lêv kir ku ji bo dengên girtiyan bidin bihîstin berpirs in û tevî raporên tenduristiyê Ayselê hîna nehatiye berdan û sedema vê jî polîtîk e. Hatîceyê jî ev bertek nîşan da: “Aysel siyasetmedareke kurd a jin e. Ji têkoşîna jinê hatiye. Bi salan di qada siyasetê de xebat meşandiye. Ji bo rûmeta mirovahî û edeletê divê Aysel û hemû girtî bên berdan.”
 
Endama Komeleya Jinan a Rosa parêzer Berfîn Polat jî bi lêv kir ku êrîşa nîjadperest ya li hember cenazeyê dayika Aysel Tugluk bandoreke neyînî li ser tenduristiya ruhê wê kiriye û wiha pê de çû: “Di 2021’ê de teşhîsa demansê hat dayîn û piştre rapora nikare girtî bimîne hat dayîn. Tevî vê merciyên edlî tehliye nakin. Kampanyaya Îmzeyê ya ji bo Ayselê hatiye destpêkirin li her derê cîhanê piştgirî dît. Divê demildest girtî bên berdan.”
 
‘ATK astengiyê dike’
 
Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Cemre Işik jî cih da van îfadeyan: “Ayselê bi salen e têdikoşe û bi gelek binpêkirinên mafan re hat rû hev. Di destpêka nexweşxaneyê de Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Kocaeliyê rapora nikare bimîne da. Lê tevî vê nehat berdan. ATK li pêş tehliyekirinê asteng e. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.”