'Dewleta tirk nikare girêdana me ya Efrînê bi dawî bike'

  • 09:05 18 Çile 2022
  • Rojane
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Ji Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê Şêrîn Hesen têkildarî salvegera dagirkirina Efrînê û guhertina demografîk a li Efrînê axivî û got: "Ji ber ku projaya Rêveberiya Xweser li dijî xewnên dewleta tirk a dagirker bû êrîşên xwe li ser me giran kir. Efrîn cihekî pir kevn û pîroz e. Dewleta tirk a dagirker her tim dixwaze gelê resen ê Efrînî tune bike. Dewleta tirk a dagirker Efrînê ji hemû aliyan ve diguherîne lê nikare rih û girêdana me ya axa Efrînê bi dawî bike."
 
Piştî 58 rojan a Berxwedana Serdemê di 18'ê Adara 2018'an de ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê gel neçar ma berê xwe bide Kantona Şehbayê ji bo ku xwe biparêzin. Ji ser dagirkirina Efrînê 4 sal derbas bûn. Ji wê demê û vir de dewleta tirk û komên girêdayî wê li seranserê Efrîn û gundewarên wê guhertinên demografîk pêk tîne. Dewleta tirk hewil dide ku bi rêya guhertinên demografîk Efrîn û gundewarên wê ji reseniya wê derxe û bi Tirkiyeyê ve girê bide. Her wiha dewleta tirk li şûna şêniyên resen tirkmenan li Efrînê bi cih dike. Dewleta tirk li navçeyên Reco, Şera û Bilbilê 2 kîlometreyan sînorê xwe mezin kiriye. Di hundirê Efrînê de lîreyê  tirkî û nasnameyên tirkî bi kar tînin. Bi vê yekê dewleta tirk dixwaze Efrînê bi awayekî fermî bi Tirkiyeyê ve girê bide. Her wiha li derdora bajarê Efrînê zêdetirî 24 wargeh ava kiriye. Li gundên Êzidiyan mizgeftan ava dikin û ola Îslamê li ser Êzidiyan ferz dikin. Têkildarî mijarê ji Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen ji ajansa me re axivî.
 
'Projeya Netewa Demokratîk li dijî xewnên dewleta tirk e'
 
Şêrînê di destpêkê de behs kir ku ji ber projeya Netewa Demokratîk li djî dewleta tirk û hevkarên wê bû, êrîşî herêmên bi ewle kir û wiha got: "Şoreşa ku di Rojhilata Navîn de tê qewimandin çirûska wê ji Tûnisê dest pê kir û heta roja me di Sûriyeyê de dewam dike. Di Rojhilata Navîn de aloziyên pir cidî têne jiyîn. Ev 11 sal in şoreş di Sûriyeyê de hatiye avakirin lê piştî demekê ev şoreş ji wateya xwe derket ji ber ku destdirêjî lê hatiye kirin. Temenê herî mezin ê vê şoreşê bi saya civakê ye. Her kes li gor berjewendiyên xwe nêzî vê şoreşê bûye. Projeya Rêveberiya Xweser hişt ku girêdanek xurt di navbera civakê de çêbibe. Lê ji ber ku ev projeya Rêveberiya Xweser li dijî xewnên dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê bû, êrîşên xwe li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê giran kir. Mînaka wê ya berbiçav Efrîna dagirkerî ye. Piştî berxwedana 58 rojan, şêniyên Efrînê ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker neçar man berê xwe dan Kantona Şehbayê. Ev çar sal in dewleta tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî kiryarên xwe yên hovane pêk tîne. Her wiha dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê guhertineke demografîk a giştî pêk tîne."
 
'Efrîn cihekî dîrokî û pîroz e'
 
Şêrînê da zanîn ku dewleta tirk û komên girêdayî wê cihên dîrokî li Efrînê vediguherînin cihê Osmaniyan û wiha anî ziman: "Ji dema ku dewleta tirk a dagirker êrîşî Efrîn û gundewarên wê kir, her tim cihên dîrokî yên ku dîroka gelê kurd îspat dike kir hedefa xwe. Weke Tilê Endarê, Kela Nebî Horî û gelek cihên dîrokî hatin hedefgirtin, piştî dagirkirina Efrînê ew cih bi temamî tên guhertin. Efrîn cihekî pir kevn û pîroz e. Ji ber ku gelek xwedawendên pîroz di Efrînê de hebûn. Cihê dîrokî yê Gundê Endarê li wir xwedawendên Îştar bi cih bûbûn. Armanca van guhertinên demografîk ew e ku dîroka gelê kurd an jî gelê resen tune bike û dîrokek nû ya girêdayî dewleta Osmanî binivîse. Mirov dikare Kela Nebî Horî bigire dest. Ev kela dîroka gelê kurd a hezaran salan e. Lê mixabin piştî dagirkirina Efrînê dewleta tirk a dagirker teşeyekî nû da Kela Nebî Horî û kela hat guhertin. Dewleta tirk a dagirker hemû kevnariyên Kela Nebî Horî talan kir. Her tim dewleta tirk a faşîst hewl dide ku teşeyekî Osmanî bide cihên dîrokî, Efrînê û wan cihên dîrokî bi xwe ve girê bide. Dixwazin xewnên xwe yên Osmanî bi cih bînin."
 
'Dewleta tirk li şûna miletê resen tirkmenan bi cih dike'
 
Şêrînê bal kişand ser bicihkirina pêkhateyên tirkmen û Idlibî ya li şûna şêniyên resen û wiha pê de çû: "Dewleta tirk a dagirker miletê resen ji cih û warê wan deridixe û li şûna wan gelê tirkmen bi cih dike. Ger mirov vegere dîroka tirkmenan wê bibîne ku ew girêdayî dewleta tirk in. Dewleta tirk a dagirker her tim dixwaze gelê kevnar bihelîne û tune bike. Li herêma Efrînê dewleta tirk a dagirker siyaseta ku gelê tirkmen bi cih dike pêk tîne û wan li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne. Her wiha miletê Îdlibê li Efrîna dagirkirî bi cih dike. Bi vê yekê hewl dide ku ewlekariya xwe ya neteweyî biparêze."
 
'Dewleta tirk guhertina demografîk pêk tîne'
 
Şêrînê diyar kir ku li Efrînê ne tenê guhertina demografîk pêk tê, binpêkirinên maf jî pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Efrîna dagirkirî binpêkirina derheqê şêniyên resen de tên kirin. Li kêleka wê jî binpêkirinên derheqê xwezaya Efrînê de berdewam dikin. Em dibînin ku çete darên zeytûnê yên ku temenê wan ji temenê dewleta tirk dirêjtir e qut dikin. Dewleta tirk a dagirker li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê siyaseta guhertina demografîk a bin erd û ser erd dide meşandin. Dixwazin gelê resen bidin helandin û çewisandin. Lê belê gelê ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe zane kiriye, bi çand û rastiya xwe ve girêdayî ye. Tu kes nikare têk bibe. Li hember kiryarên dewleta tirk a dagirker berxewdan û tekoşîna gel bi israr berdewam dike. Li hember dewletên dagirker û faşîst gel derketin serhildanê, projeya Netewa Demokratîk hat avakirin."
 
'Dewleta tirk nikare girêdana me ya Efrînê bi dawî bike'
 
Şêrînê di dawî de da xuyakirin ku çiqas dewleta tirk guhertinên demografîk li Efrînê pêk bîne jî wê nikaribe girêdana Efrîniyan a axa wan bi dawî bike û wiha vegot: "Hemû pêkhateyên ku li ser vê axê dijîn bi yek rihî bi hev re îradeyek xurt ava kirin. Rast e bi hezar salane siyaseta qirkirinê li ser me hat meşandin lê niha nikarin siyaseta xwe li ser me bidin meşandin. Rast e ku niha dewleta tirk a dagirker Efrîn ji hemû aliyan ve diguherîne lê belê nikare rih û girêdana me ya bi Efrînê bi dawî bike. Ji ber vê yekê jî wê gel li berxwe bide û têbikoşe heta vegerin warê berxwedanê Efrînê. Siyaseta dewleta tirk a dagirker vala derket. Ne tenê li Efrînê li hemû herêmên dagirkirî yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê vala derket. Bi rêya rêxistinbûyîna gel û projeya Netewa Demokratîk a ku pêşengtiya wê jin dike. Em ê vê xetê berdewam bikin ji ber ku encax bi projeya Netewa Demokratîk çareseriya her pêkhateyek bi çand û zimanê xwe pêk were."