Tendirustvan Rêzan Altindag: Ji 4 kesan yek jê Omîcron e

  • 09:01 18 Çile 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Endama Rêveberiya TTB’E Rêzan Altindag balê kişand li ser varyanta Omîcronê û destnîşan kir ku ji her 4 kesan kesekê Omîcron e. Rêzan, wiha got: “Civak ji daneyên zanistî yê ku mafê wê nin bêpar tên hiştin. Ji ber vê jî baweriya civakê ji rêveberiya tenduristiyê qels dibe. Ew jî dibe sedem ku pandemî hate normal kirin û vîrus çiqas zêde bibe jî cidî nayê girtin.”
 
Hejmara pêketîyên Covîd-19'ê her diçe zêde dibe. Bi taybetî piştî varyanta Omîcronê rû da, li seranserê welêt hema bibêje hejmara pêketiyan du qat zêde bûye. Li Tirkiyê jî her diçe varyanta Omîcronê zêdetir belav dibe. Endama Rêveberiyê ya Odeya Bijîşkên Tirk (TTB) Rêzan Altindag derbarê varyanta Omîcronê de axivî.
 
‘Zûtir belav dibe’
 
Rêzan di destpêka axaftina xwe de taybetmendiyên varyanta Omîcronê vegot û destnîşan kir ku Omîcron gelek zûtir belav dibe. Rezan, wiha axivî: “Covîd-19 enfenksîyonek vîral e. Ji ber vê jî vîrûsek ku tim vediguhere mutasyonê û ji xwe re varyantên din diafirîne ye. Heke bi qasî ku tê xwestin derzî neyê pêkanîn û tevdîr neyê girtin zêdetir varyant jî wê derkevin. Niha jî em herî zêde li ser Omîcronê diaxivin. Cudahiya wê ya li gorî varyantên din ew e ku zûtir belav dibe. Bi giştî li Tirkiyeyê û hem jî li herêmê zêdetir xuya dike. Ji ber ku xweparastina laşê me qels e jî em tesîra vê varyantê giran dijîn.”
 
‘Em ê bibînin’
 
Rêzanê diyar kir ku xwenîşaneyên varyanta Omîcronê hêj ne diyar e lê belê ji aliyê xeterebûnê de bilindtir e. Rezan, got: “Di destpêkê de gelek kes bi nîşaneyên enfeksiyona riya nefesê ya jorîn de tên nexweşxaneyê. Ew jî ji bo belavbûnê sedemek e. Ango ji yên Koronayê zêde cudatir nîne. Lê ji ber ku zûtir belav dibe û di aliyê qelsbûna xweparastina laş de em li ser disekinin. pêvajoya ku em niha tê re derbas dibin ji gelek aliyan ve tê nîqaşkirin. Her welat li gorî xwe pêvajoya pandemiyê dijî. Lê em ê bandorê wê di hefteyên pêş de zelaltir bibînin.”
 
‘Pergala tendurîstiyê têk çûye’
 
Rêzanê bilêv kir ku nexweşxane û polîklînîk ji bo şewbê têrî nakin û wiha axivî: “Mixabin êdî em nikarin behsa tevdîrên bingehîn bikin. Ji ber ku jiyanek wekî pandemî tune ye em derbas dikin. Nexweşxane û polîklînîk têrî nake. Di bûyera herî biçûk de pergala tendurîstiyê têk diçe. Her wiha jixwe tê dîtin ku xebatkarên tendurîstiyê ji bo mafên xwe di grev û çalakiyan de ne. Ango bi awayekî aşkere em dibînin ku pergala tendurîstiyê têk çûye. Ji ber ku di aliyê hêjmarê de kêm, aliyê rih û fîzîkî de jî gelek qels in.  Divê di serî de ew pirsgirêk werin çareserkirin.”
 
‘Ji 4 kesan yek jê Omîcron e’
 
Rêzanê destnîşan kir ku bi awayekî zelal daneyên şewbê nayên aşkerekirin û wiha got: “Li herêmê hêjmara kesên derzîbûyî pir kêm e. Ew jî wek dezavantajek derdikeve pêşiya me. Yên ku derzî dibin wê nexweşînan hinek sivik derbas dikin. Di van mijaran de xweparastina laş ya kesan divê xurt be û di vî aliyî de dûristkirinek bê saz kirin. Pirsgirêka me ya herî sereke, şaşitiya di birêvebirina pêvajoya pandemiyê de ye. Civak ji daneyên zanistî yên ku mafê wê ne bêpar tê  hiştin. Ji ber vê jî baweriya civakê bi rêveberiya tenduristiyê namîne. Ew jî tê wateya ku pandememî êdî bûye ji rêzê û vîrus çiqas zêde bibe jî cidî nayê girtin. Piraniya kesan êdî tevdîrên pandemiyê nagirin. Di destpêkê de hemû kes bi hundirê malê ve bi sînor kirin lê piştre wek pandemî tune ye polîtîka pêş xistin. Ew jî têkçûyîna berpirsên ku polîtîkayên terndirustiyê pêş dixin e.  Lê belê tevî van yekan divê em tevdîrên xwe bigirin û tendurîstiya xwe û ya civaka xwe biparêzin.”