ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN

  • 09:00 18 Çile 2022
  • Rojev
*Endama Rêveberiya TTB’E Rezan Altindag balê kişand li ser varyanta Omîcronê û destnîşan kir ku ji her 4 kesan kesekê Omîcron e. Rezan, wiha got: “Civak ji daneyên zanistî yê ku mafê wê nin bêpar tên hiştin. Ji ber vê jî baweriya civakê ji rêveberiya tenduristiyê qels dibe. Ew jî dibe sedem ku pandemî hate normal kirin û vîrus çiqas zêde bibe jî cidî nayê girtin.” DÎMEN HEYE
 
* Jinên Amedê yên aboriya Tirkiyeyê şîrove kirin bal kişandin ser rewşa di nav de ne û çareseriyê û wiha gotin:"Sedema buhabûnê hukumet bi xwe ye. Bila li hember bêdengiyê serhildanek pêk were. Pêwist e li hemberî qeyrana aboriyê çareseriyek were pêşxistin." DÎMEN HEYE
 
*Çetîn Dedeogullari yê ji malbata Dedeogullari ya hat qetilkirin, tenê maye, da zanîn ku dewletê sozên daye neaniye cih û got li pêş komkujiyeke nû tu astengî tune ye û balkişand ser xetereya ku wê gumanbar bê berdanê. DÎMEN HEYE
 
*Yek ji 38 girtiyên nexweş ku di lîsteya divê demildest bên berdanê de ye, Fatma Ozbay a ku hevalên wê jê re dibêjin Raperîn e. Hevala wê ya li girtîgehê Leyla Aşkan got: “Divê demildest hevala Raperîn û girtiyên din bên berdan. Ji bo vê çi hewce kir me heta îro kir û ji vir şûnde jî wê têkoşîna me bidome.” BI DÎMEN
 
*Parêzerên Baroya Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê Asli Pasînlî, ji bo tahliyekirina girtiya nexweş Aysel Tugluk, banga ‘ji bo pêkhatina edeletê, divê em têbikoşin’ kirin.  BI DÎMEN
 
*Ji Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê Şêrîn Hesen têkildarî salvegera dagirkirina Efrînê û guhertina demografîk a li Efrînê axivî û got: "Ji ber ku projaya Rêveberiya Xweser li dijî xewnên dewleta tirk a dagirker bû êrîşên xwe li ser me giran kir. Efrîn cihekî pir kevn û pîroz e. Dewleta tirk a dagirker her tim dixwaze gelê resen ê Efrînî tune bike. Dewleta tirk a dagirker Efrînê ji hemû aliyan ve diguherîne lê nikare rih û girêdana me ya axa Efrînê bi dawî bike." BI DÎMEN