Li Sêmalka 205 roj in çalakiya malbatan didome

  • 16:17 17 Çile 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek ji jinên Şehba, Kobanê û Helebê berê xwe da konê çalakiyê yê li deriye sînor ê Sêmalkayê hatî vedan û li vir gotin: "Em ê çalakiya xwe heta wergirtina cenazeyan bidomînin û em ji daxwazên xwe paşde naçin."
 
Çalakiya li Sêmalkayê di roja xwe ya 105’an de berdewam dike. Şandeyên civakî û siyasî beşdarî çalakiyê dibin. Şandeyek ji jinên Şehba, Kobanê û Helebê îro berê xwe da konê çalakiyê yê li deriye sînor ê Sêmalkayê. Şande ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hate pêşwazîkirin. Çalakvan ber bi Pêşxabûrê ve ketin rê.
 
Piştre li ser navê jinên Şehba û Helebê û dayikên aştiyê Şazya Îbrahîm axivî û got: "Em li konê rûmetê li deriyê Pêşxabûrê daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike, ji ber ku van şehîdan ji bo azadî û rûmeta Gelê Kurd berdêlên herî mezin dan. Em ê çalakiya xwe heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidomînin û em ji daxwazên xwe paşde naçin."
 
Li ser navê jinên Kobanê û Kongra Star, Felek Yûsif jî axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdan dikin. Dewleta Tirk a faşîst sînor girt û PDK'ê jî deriyên sînor bi ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girt. Piştî ku dewleta Tirk li derdora Rojava kemîn danîn û xendek kolan, PDK'ê jî dest bi kolandina xendekan kir. Ev hemû kiryar ji bo xizmeta dewleta Tirk a li dijî gelê Bakur û Rojihlatê Sûriyê ye. Îxaneta PDK'ê îxaneteke ya li hember parçeyên Kurdistanê dîrokî ye."         
 
Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Lêgê Şêxa Enter axivî û wiha bi lêv kir: "Heta ku em cenazeyên şehîdên xwe wergirin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Girtina deriyê sînor nikare çalakiya me bi dawî bike, ji ber vê yekê em ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan çalakiya xwe bidomînin."
 
Tê payîn ku endamên Desteya Darayî û komîte û rêveberiyên wê beşdarî çalakiyê bibin.