Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê rapora xwe ya salane aşkera kir

  • 15:23 17 Çile 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Derbarê binpêkirina mafan de, Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê raporek aşkera kir û got: "Di sala 2021’ê de 368 kesî ji bo mafê wan hatiye binpêkirin serî li komeleyê dane."
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2021’ê a Enqereyê eşkere kir. ÎHD’ê ji bo raporê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêvebera ÎHD’a Enqerê Sevînç Koçak raporê eşkere kir.
 
Sevînç, diyar kir ku di sala 2021’ê de ji ber binpêkirinên mafan gelek kesan serî li komeleyê daye. Sevînç, anî ziman ku di sala 2021’ê de gelek bi binpêkirina mafan re rûbirû maye û ji çêran bigire heta îşkenceyê û bûyerên revandinê kesan serî li saziya wan daye. 
 
Sevînç, da zanîn ku li Enqereyê di sala 2021’ê de 314 kesan ji girtîgehan ji ber îşkence û muameleya xerab serî li komeleyê daye û 32 kes jî wextê xwestine daxuyanî bidin bi tundiyê re rûbirû mane û got: "Ji ber Meşa Rûmetê 20 kesên bi çêrên zayendperest, îşkenceyê û lêdanê re rûbirû mane serî li komaleyê dane û par jî bi giştî 368 kesî serî li komeleya wan dane û piştevaniya hiqûqî xwestine. Li dijî îşkence, tundî, lêdan, heqaret û her cûre muameleyên xerab vedixwînin nava têkoşîna mafê mirovan û divê li her derî mafê mirovan were parastin."