Li Efrînê di sala nû de 25 kes hatine revandin

  • 15:13 17 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên di sala nû de li Kantona Efrînê ya dagirkirî eşkere kirin.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê daneyên sûcên dewleta tirk û komên girêdayî  wê yên li Efrîna dagirkirî eşkere kirin. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo yê ku ji Ajansa Nûçeyan aHawarê (ANHA)  re axivî diyar kir ku di destpêka sala 2022’yan de dewleta tirk û komên girêdayî wê 25 welatî ji gund û navçeyên Efrînê revandine. 
 
Herwiha Îbarhîm Şêxo bal kişand ser birîna daran a li Efrînê jî û got ku dewleta dirk di heman demê de li Efrînê nêzî 900  darên zeytunan jî birîne.  Îbrahîm da zanîn ku ji aliyê heman dewlet û koman ve  2 cihên dîrokî yên li gundên kantona Efrînê wêran kirine û da zanîn ku dewleta tirk di bin navê komîteyên cuda de raya giştî dixapîne ku sûcên li dijî welatiyên Efrînê veşêre.
 
Îbrahîm di dawiyê de piştrast kir ku dewleta tirk guhertina demografiyê li Efrîna dagirkirî didomîne û civaka navneteweyî jî van sûcan paşguh dike.