Nobeta edaletê di roja 63'yemîn de ye: Wê edalet bi ser bikeve

  • 15:08 17 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - Însiyatîfa Piştgiriya Girtiyan a Stenbolê û Komîsyona Jinan a OHD'ê di roja 63'yemîn a nobeta edaletê de serdana malbatên girtiyan kirin. 
 
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 63'yemîn de berdewam dike. Însiyatîfa Piştgiriya Girtiyan a Stenbolê û Komîsyona Jinan a ji bo Azadiyê Komeleya Huquqnasan  (OHD) serdana malbatan kirin.
 
'Em ê bi hev re bi ser bikevin'
 
Berdevkê Însiyatîfa Piştgiriya Girtiyan a Stenbolê Ugur Karadaş di serdanê piştgiriya xwe bi van gotinan parve kir: "Ez ji Karadenîzê me û tirk im. Lê ez jî weke tirkekî dibêjim ji van bêmafiyan îqtidar berpirsyar e û em ê weke însiyatîf li dijî van bêmafiyan di nava serhildanê de bin. Bi heman armancê ji bo piştgirîdayîna girtiyan her pêncşem em li ber deriyê ATK'ê di nava çalakiyê de ne. Em jî îro piştgiriya xwe tînin ziman û em ê bi hev re bi ser bikevin." Elvan Ozerlî ya endama heman însiyatifeye jî wiha axivî: "Li her deverê avahiyên dadê hene. Lê mixabin hindirê wan vala ye. Em jî piştgiriyê didin nobetê we û em ê heta dawî jî li dijî bê edaletiyê bi hev re têbikoşin."
 
'Wê edalet bi ser bikeve'
 
Hevseroka OHD'ê Ozum Vurgun jî wiha got: "Dibe ku em di gelek xalan de kêm jî bimînin. Lê weke hiquqnas em soza piştgiriyê nû dikin û em bawer in ku em ê bi hev re bi hêztir bin. Wê li dijî bêhiqûqiyê edaletê bi ser bikeve."
 
Herî dawî jî malbatên girtiyan jî xêrhatina mêvanan kirin û gotin heta ku daxwazên me bi cih tên em ê li berxwe bidin.