Nexweşa pençeşêre Zekiye ya 65 salî di qawişa karantîndayê de tê girtin

  • 09:12 17 Çile 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Ozlem Seyhan ya li girtîgeha Jinan a Amedê girti ye, diyar kir ku  girtiya nexweş Zekiye Tekîn ya 65 salî di odeya karantînayê de dimîne, teşîsa pençeşêra kezeba reş lê hatiye danîn û banga hestiyariyê kir.
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin. Yek ji girtîgehên ku zext lê zêde bûne girtîgeha Jinan a Amedê ye. Rojnameger Ozlem Seyhan ya girtî der barê binpêkirinên mafan de nameyeke ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re şand.
 
Nameya ku rojnameger Ozlem Seyhan nivîsiye wiha ye:
 
“Di serî de hêvî û baweriya xwe ya ku sala nû wê azadiya me nêztir bike, sala nû pîroz dikim. Di sala me li pey xwe hişt de, zext  û binpêkirinên sîstematîk yên li ser me derketin asta herî jor. Hun jî vê ji nêz dizanin. Me di her carê de got ku neçareseriya pirsgirêka Kurd bi pirsgirêka demokratîkbûna welat re ji nêz ve eleqeder e. Em îro bi deshtilatdariyeke ku her cureyê zextê li ser aliyên civakê kiriye jiyanê re rû bi rû ne. Fatureya krîzê li gel tê birîn, fatureya hemû pevçûnên navxweyî li civakê tê birîn. Pêkanînên xwe li ser aliyên berxwedêr didin meşandin. Hemû kesên têkoşîna demokrasî û azadiyê didin, wek terorîst tên îlankirin û daxwazên sereke bi vê rê tên manîpulekirin.
 
Xebatkar û îdara girtîgehê vîrusê belav dikin
 
Di vê atmosfera tê jiyîn de zindan jî nesîbê xwe ji pêkanînên sîstematîk digire. Em jî dixwazin binpêkirinên mafan yên em pê re hatine rû hev ji we re parve bikin. Beriya her tiştî ev du sale ji ber şertên pandemiyê em gelek zehmetiyan dijîn û şertên pandemiyê veguherîne rêbazên mayînde. Li derve şertên normal hatine avakirin û em jî tevî ku aşî bûne jî şert nehatine normalkirin. Ligel vê em jî bi vîrusê ketin. Yên vîrus berdan me jî xebatkar û îdara girtîgehê bû. Ji ber vê em dixwazin mafên xwe yên sohbetê, sporê ji nû ve bi kar bînin. Lê dibêjin ev talîmata wezareta dadê ye û di çarçoveya pandemiyê de ev naynin cih.
 
Radyoya me hat girtin 
 
Hevdîtinên vekirî yên du sal bûn nedihatin kirin daxistine nîv saetê. Di heman demê de nava hefteyekê de bi dehan peywirdarên girtîgehê bi ser koxuşan de girtin û hemû alavên me avêtin holê. Radyoya me desteser kirin. Dîsa pandemiyê dikin hincet û  beriya hevdîtina pêlavên me du caran didin paqijkirin. Hinek alavên me bi hinceta ‘qedexe ne’ tên desteserkirin. Ev pêkanînên kêfî demên dawî de bûne sîstematîk. Di meha cotmehê de 5 hevalên me surgunê girtîgehên cuda kirin.
 
Xwarinên didin mirovan têr nakin
 
Ev pêkanînên sîstematîk hata li ser xwarinên me bandor kiriye. Bi bedela îaşe xwarin tên dayîn û xwarin pir kêm tên dayîn. Bi rojan li ser hev heman xwarin tên dayîn. Xwarin ne paqijin, têde mû, kevir û tiştên din dertên. Xwarina taştê bi mehane  kêm tê dayîn û mirov têr nabin. Her wiha ev demek dirêje xwarinên ji sebze û fêkî nayên dayîn. Pirsgirêkek din ya sereke kabînên telefonê yên demên dawî de li odeyan hatine bicihkirinê ne. Ewil gotin wê kabînan li korîdoran bicih bikin. Lê tevî vê agahdarkirinê kabîn li beşa mutbexê ya odeyên me, tevî hemû israran anîn bicih kirin.
 
Kantîn pir bihaye
 
Ev kabîna ku gelek mezin e li qada me ya 30 metrekareyî hat bicihkirin. Tevî îtîrazan gotin ev ne tenê ji bo axaftina bi dîmen, ji bo lêgerîna bi deng, jimartin, daxwazname, hewcedarî û pêkanînên din wê bê bikaranîn. Her wiha em fêr bûn ku qertên telefonê yên me berê ji kantînê girtibûn jî ji hesabên me tên kirin. Qertên telefonê yên me berê bi 6 TL digirt û em 20 deqeyan diaxivîn, niha bi 5 TL û nîv tenê 10 deqeyan tê axaftin. Her wiha kantîn gelek bihaye. Bi vê pêkanîna hat kirin re hevalên ku pere di hesabê wan de tune gelek zehmetiyan dikşînin.
 
Hewl didin îradeya me bişkînin
 
Ligel vê em bi numareyên bi sînor yên malbatên xwe re dikarin biaxivin. Mînak du sê numarene û em bi kesên ji malbatê yên li bajarên dur û hevalên xwe re bi navber diaxivin. Ev mafê me yê qanûnî bû. Lê bi vê kabînê re tenê gotin bi numareyekê hun dikarin biaxivin. Ev mafê me hat astengkirin. Em bi pêkanînên ku hewl tê dayîn îradeyê bişkînin re rû bi rû ne. Ev pirsgirêkên serekene. Ev pirsgirêkên me tevî hemû hewldanên me nayên çareserkirin. 
 
Em van pêkanînan qebûl nakin
 
Ji bo me girtiyan ji bilî berxwedanê çareyek din namîne. Em dizanin ku dixwazin li zindanan îradeyê teslîm bigirin. Lê em ê mafê xwe yê herî rewa berxwedanê bikar bînin û van pêkanînan qebûl nekin. Em bang li hemû saziyên xwe jî dikin ku bibin dengê me û li dijî pirsgirêkên me bi hestiyar bin.
 
Rewşa girtiya nexweş ya 65 salî
 
Yek ji pirsgirêka din ya ji bo me gelek girînge eve;Niha di odeya karantîndayê de girtiya nexweş ya 65 salî Zekiye Tekîn heye û gelek nexweşiyên wê hene. Demên dawî de derfetên me tune em wê bibînin lê em fêrbûn ku nexweşa pençeşêra kezeba reş e. Em ji saziya we dixwazin ku bi wê re hevdîtin bê kirin û ji bo tahliyekirina wê piştgirî bê dayîn. Em careke din sala we ya nû pîroz dikin, bawer dikin ku her kesê li alî azadî û piştevaniyê wê bi serkevin.”
 
Şaxa ÎHD’a Amedê der barê binpêkirinên mafan yên li hember girtiyan serî li Dozgeriya Girtîgeh û Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê da.