Xwendekarên zanîngeha Dîcleyê: Yekane çareserî rêxistinbûyin e

  • 09:09 17 Çile 2022
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Xwendekarê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Firatê ya pola duyem, Enes Kara întîxar kiribû. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê der barê mijarê de daxuyanî dan û gotin: “Întîhar ne çareseriye, yekane çareserî rêxistinbûne. Em ê bi hev re vê pêvajoyê rêxistin bikin.”
 
Li Tirkiye û herêmê bi polîtîkayên li ser ciwanan tên meşandin, bendewariya pêşerojê ya ciwanan, hedefên wan tên tunekirin. Atangiya herî mezin ya li pêşberî ciwanan, tarîkat û cemaet e.  Di rojên borî de  Xwendekarê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Firatê ya pola duyem, Enes Kara ji ber zextên li mala cemaetê ya lê dima, întîhar kir. Piştî ku Enes jiyana xwe ji dest da, tarîkat û cemaet dîsa hatin rojevê.
 
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê der barê sedemên ku ciwanan ber bi întîxarê dibin de,nirxandin kirin.
 
‘Xwendekar fikara pêşerojê dijîn’
 
Esra Perçîn a xwendekara pola 6’an a Fakulteya Tipê, diyar kir ku yekane sedema  ku Enes întîxar kiriye ne yurda tarîkatê lê dima bû û wiha got: “Fikara wî piştî mezun bibe û wê bijî, jî yek ji sedemên întîxara Enes e. Bi pergala ku dewletê afirandiye re, beşên din jî xwendekaran di alî pêşerojê de dikin fikaran. Lê mixabin demên dawî de mezunên tipê jî van fikaran dijîn. Lê rewşa Enes cuda ye. Ji ber di alî pêşerojê de fikarên wî hebûn. Hem jî li yurda tarîkatê dima.”
 
‘Divê ciwan xwe rêxistin bikin’
 
Esrayê daxuyakirin ku yekane riya ku ciwan ji vê rewşê xilas bibin piştevaniye û ev tişt daxuyand: “Her kes ji vê rewşê nerehete lê kes deng dernaxe. Em niha xwendekarin û gelek pirsgirêkan dijîn. Lê piştî mezunbûnê pirsgirêk girantir dibin. Li aliyê din jî li hember hekîman pêşdarazek heye. Ya ku ev pêşdaraz afirandiye jî pergal bixwe ye. Ligel vê divê ciwan di dibistanan de xwe rêxistin bikin. Ji ber piştî dibistanê rêxistinbûn hinek zehmete.”
 
‘Sedem krîza siyasiye’
 
Xwendekara pola yekem a Beşa Matematîkê ya Fakulteya Fenê, Arîn Tan jî destnîşan kir ku fikara xwendekaran a ji bo pêşerojê gelek zêde ye û ji niha de bi fikara ku kar dikarin bibînin an na dijîn û wiha dirêjî dayê: “yek ji ciwanên ku bi fikara pêşerojê întîhar kiriye Enes Kara ye. Bi hezaran hevalên me yên ji ber pirsgirêkên aborî li yurdên cemaetê dimînin hene. Bêguman dewlet berê ciwanan dide wan yurdan. Bêguman ev kaos ne tenê girêdayê krîza aboriye. Yek ji sedema herî mezin ya vê kaosê diafirîne, krîza siyasiye.”
 
‘Werin em bi hev re xwe rêxistin bikin’
 
Arînê bang kir ku divê ciwan xwedî hişmendî bin û wiha bidawî kir: “Bila malbat zarokên xwe li yurdan bicih nekin. Ji xwe em li dibistanê bi pêkanînên pergalê re tên rû hev. Ez niha li yurda cemaetê namînim. Lê ger ku ez lê bimama, min dizanibû wê psîkolojiya min çawabûna. Ez bang li xwendekaran dikim. Bila xwe tenê hîs nekin. Werin em bi hev re xwe rêxistin bikin. Em ne tenê ne. Întîxar ne çareseriye. Yekane çareserî rêxistinbûne.”