ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN

  • 09:00 17 Çile 2022
  • Rojev
* Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Silopiyê, êrişên li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê şermezar kirin û gotin: "Hewldana hikûmeta Bexda û Hewlêrê nayê qebûlkirin. Divê Gelê Kurd li dijî vê zilmê bibin yek û xwedî li Mexmûrê derkevin." BI DÎMEN 
 
*Di yekemîn runiştina doza êrîşa nîjadperest ya li hember malbata Kurd a Dedeogullar de, polîsan li gelek kesî dan û binçav kirin. Ji kesên hatin binçavkirin Harun Rifatoglu wiha got: “Di wesayîtê de yek ji polîsên ku li me da, got "Ma emê bi van kurdan re mijûl bin". Yekê din jî got ‘Em ulkucî ne em dikarin bi we hemûyan’.” DÎMEN HEYE
 
*Xwendekarê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Firatê ya pola duyem, Enes Kara întîxar kiribû. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê der barê mijarê de daxuyanî dan û gotin: “Întîhar ne çareseriye, yekane çareserî rêxistinbûne. Em ê bi hev re vê pêvajoyê rêxistin bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Ozlem Seyhan ya li girtîgeha Jinan a Amedê girti ye, diyar kir ku  girtiya nexweş Zekiye Tekîn ya 65 salî di odeya karantînayê de dimîne, teşîsa pençeşêra kezeba reş lê hatiye danîn û banga hestiyariyê kir.
 
* Siyasetmedaran bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û gotin: "Di salên 1980’ê, 12'ê Îlonê û demên din de çawa xwedî li girtiyan hat derketin divê niha jî xwedî li girtiyan bê derketin û bikeve rojevê. Dewlet wê her tiştî bike lê kesên li derve jî divê hemû barî li girtiyan bar neke." DÎMEN HEYE
 
* Keça girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ya di lîsteya nexweşên giran ya divê demildest bê berdan de cih digire, Zîlan da zanîn ku dayika wê tevî hemû zilmê dest ji têkoşînê bernedaye, berovajî vê zêdetir têkoşîn mezin kiriye. BI DÎMEN