Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê

  • 16:47 16 Çile 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li bajaroka Erebanê ya navçeya Hezexê zaroka bi navê Felek Çetîn bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li bajaroka Erebanê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, hat angaştkirin ku zaroka bi navê Felek Çetîn (17) di saetên serê sibehê de hat îdakirin ku întihar bkiriye. Li gorî angaştan, Felekê li mala ku bi malbata xwe re dijî dawî li jiyana xwe aniye. 
 
Ji bo otopsiyê cenazeyê Felekê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.