Jina ku navê xwe ji destanê girt û bi xwe jî bû destan: Binevş Egal

  • 11:02 16 Çile 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Binevş Agal (Bêrîvan) a ku navê xwe ji Destana “Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Bineşa Narîn” girt, ji bo jinên têkoşer bû rêber. Binevş navê xwe ji destaneke kurd gitibû lê ew bi xwe jî di nava Gelê Kurd de bû destan. 
 
Binevş Agal (Bêrîvan) lehenga berxwedanê bû ku tarîtiya salên 1990’î li Cizîrê ronî kir. Binevş Agal, di sala 1966’an de weke zaroka çaremîn a malbateke Êzidî li navçeya Qûbînê ya Êlihê ji dayik bû. Binevş a navê xwe ji destana Kurdî ya “Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn” girtiye, bêyî ku bizane wê ew jî bibe destan wekî her malbateke li Kurdistanê bi malbata xwe re ji ber zextên derbeya 12’ê Îlona 1980’an koçber bûn û li bajarê Celle yê Elmanyayê b i cih bûn.
 
Li Ewropayê dema ku 40 kesî di Nîsana 1984'an de li dijî êrîşên li heberî tevgera azadiyê ya kurd meşa mehekê berdewam kir da destpêkirin ji jinan tenê Binevşê çalakiyê de cih girtibû. Tevlibûna Binevşê ya nava şoreşê li ser Civaka Êzidî jî bandoreke mezin kir. Ji ber ku di civaka êzidî de derketina jinekê ya derve jî dibû sedema pirsgirêkan.  
 
‘Li Kurdistanê jiyan jî xweş e, mirin jî…’
 
Binevş a ku di sala 1985’an de di nava refên PKK'ê de derbasî Rojava bû, li wir hîmê rêxistina jinan danî. Binevşê di sala 1988’an de ji Cizîra Rojava derbasî Cizîra Botanê bû. Binevşê  bi kar û xebatên xwe bandor li gel û jinên Cizîrê kir û pêşengiya rêxistibûna tevgera gel kir. Binevşê beriya ku ji Rovaja veqete ji malbata xwe re bi nameyêkê gotibû: “Ez gelek kêfxweş im ku piştî 8 salan vedigerim Kurdistana bedew. Li Kurdistanê jiyan jî xweş e, mirin jî…” Binevşê ya ku ji aliyê gelê Botanê ve bi navê Bêrîvan dihat naskirin, li Cizîrê xebatên rêxistinî dimeşand û ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin.
 
Bi tena serê xwe gel rêxistin kir
 
Binevşê girîngî dida rêxistinbûna jinan û ji bo zindîkirina jinan di nava xebatan de kar dikir. Bêrîvan ya li gel temenê xwe yê ciwan xwe bihemû beşên civakê da guhdarkirin, ji ber ku ji zarokan hez dikir û ji mezinan re rêzdar bû di demeke kurt de xwe bi gelê Botanê da hezkirin. Binevş di 16'ê Çileya 1989'an de li mala lê dima bi operasyona ku li malê bi îşkenceyê hat qetilkirin û xwediyê malê Emîn Elçî û neviyê wî jî hatin qetilkirin. 
 
Navê wê li zarokan hat kirin
 
Binevş a ku bi navê Bêrîvan ji aliyê gelê Botanê ve dihat naskirin, piştî ku jiyana xwe ji dest da ji ber hezkirina ku gel jê dikir navê wê li gelek zarokên ku wê demê  li Cizîrê ji dayik bûn hat kirin. Bêrîvanê piştî jiyana xwe ji dest da ji jinên Botanê re wî mîras têkoşîna xwe hişt. 
 
‘Jinekê gelek girîng, zanebû û zanist bû’
 
Fethiye Elçîtorun a ku tevî Binevş, hevjînê wê Emîn Elçîtorun(26) jî jiyana xwe ji dest dide, anî ziman ku wê demê ew 22 salî bûye û got piştî Binevş hatiye Cizîrê wê ew naskiriye. Fethiye, diyar kir ku Bineşê li mala wê dima û wiha got: “Min di serî de nizanibû ku ew Bêrîvan e. Ji ber ku gelek caran dihat mala me û diçû. Piştre ez fêr bûm ku navê wê Bêrîvan e. Jinekê gelek zana bû. Biçûya ku mirov di bin bandora wê de diman û herkesî jê hez dikir. Rêxistinbûyîn û sekna wê li ser civakê bandorek mezin ava kir. Ji ber ku jineke berxwedêr bû dema jiyana xwe ji dest da gelê Botanê bi girseyî xwedî lê derket û em hînî wê bibûn.”
 
Kes îkna dikirin û tevli xebatan dikir
 
Fethiye, anî ziman ku Bêrîvanê di warê rêxistinkirinê de gelek bi hezê bû û wiha got: “Gel îkna dikir û tevlî xebatan dikir. Bi rûyê xwe yê ken û bi biryarbûna xwe berxwedana xwe dimeşand. Bavê min jê re rêz digirt  Dema dihat malê alîkariya min dikir û me bi hev re xwarin çêdikir. Me hemû tişt bi hev re dikir."  Fethiye, bi lêv kir ku Bêrîvan piştî hatiye Cizîrê tax bi tax, mal bi mal xebatên xwe meşandine û  wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinekê gelek zane, bi hêz û jêhatî bû. Jineke wêrek bû. Wêrekatiya wê li hemû kesan belav dibû. Bi saya Bêrîvan hemû kesan berxwedan û têkoşîn nas kir. Min jî jê hêz digirt Bêrîvan li ser hemû axa Cizîrê digeriya û xwe digihand mirovan. Bêrîvan sê mehan ji Cizîrê veqetiya û çû Sêrtê. Piştre dîsa hat Cizîrê. Herî dawî beriya ku bê qetilkirin tevî me xwarin xwar û sohbet kir. Bêrîvan û hevjînê min bi hev re jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘Bêrîvanên nû hatin dinê, mezin bûn û têkoşîn dewr girtin’
 
Fethiye wiha dawî li axafitna  xwe anî: "Dema ku Bêrîvanê hat qetilkirin gel gelek bi hêrs bû. Wê salê zarokên keç ku ji dayik bûn navê Bêrîvan li wan dihat kirin û li yên kur jî Emîn dihat kirin.  Bêrîvanên nû hatin dinê, mezin bûn û têkoşîn dewr girtin. Neviyeke min a nû ji dayik bû me navê Bêrîvan lê kir. Em ê xwedî têkoşîna bêrîvanê derkevin.”