'Bila daxwazên girtiyan werin cih'

  • 09:01 16 Çile 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Girtiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de diyar kirin ku bila êdî dengê wan bê bihîstin. Li Girtîgeha Jinan a Amedê û Girtîgeha Tîpa F'yê ya Antalyayê gelek girtiyan ji malbatên xwe re pirsgirêkên dijîn ragihandin û diyar kirin ku ew ê dest bi çalakiyan bikin.
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Li dijî girtiyên siyasî şert û mercên tund ên jiyanî tên ferzkirin. Di aliyê tendirustî, tedawîkirin, ewlehî û paqijiyê de pirsgirêkan dijîn û ruxmê nerazîbûnan nayên çareserkirin. Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Jinan a Amedê de dimînin li dijî van nêzîkatiyan derneketin hevdîtina vekirî û rewş şermezar kirin. Li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Antalyayê jî girtiyan bi rêya hevpeyvîna telefonê ji malbatên xwe re ragihandin ku ew ê dest bi çalakiyan bikin.
 
'Lêgerînek mezin tê kirin'
 
Hevjînê girtiya siyasî Selma Yilmaz a ku di Girtîgeha Jinan a Amedê de dimîne, Nazmî Yilmaz têkildarî pirsgirêkên girtî dijîn ev gotin parve kir: "Selma hertim di hevpeyvînên em bi rêya telefonê dikin de pirsgirêkên ku dijîn parve dike. Bi taybetî qala nebirina nexweşxaneyê û lêgerînên zêde, dike. Dibêje hemû alavên me yên taybet temaşe dikin û hewil didin ku lêgerîna tazî jî bikin. Em li dijî vê yekê derdikevin. Belê li gorî ku Selmayê dibêje rêveberiya nû ya girtîgehê bi israr van rêbazên xwe didin meşandin. Ev nêzîkatiyên keyfî ne li gor qanûnên mafê mirovan e."
 
'Bila daxwazên girtiyan werin cih'
 
Nazmî da zanîn ev 2 sal in ji ber şewba koronoyê hevdîtinên vekirî nedihatin kirin û wan hev nedidîtin. Nazmî wiha berdewam kir: "Zarokekî me yê 5 salî heye. Di pêvajoya 2 salan de bi tu hawî dêya xwe nedîtiye. Di rewşa asayî de ew jî li gel dêya xwe dihat girtin lê belê ji ber ku zarok di aliyê tendirustiyê de ne baş e nikare di girtîgehê de bimîne. Me daxwaza hevpeyvîna bi dîmen kir. Ji ber ku di hemû girtîgehan de ji bo girtiyên edlî bi rêya telefonê hevdîtina bi dîmen pêk tê. Lê belê ji girtiyên siyasî re Wezîrê Dadê destûr nade. Di hevdîtina ku me yê kiriban de jî, ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin girtî nehatin hevdîtinê. Em bi dehan malbatên ku ji bajarên dûr jî hatine li ber derî man. Em daxwaza sererastkirina şert û mercên girtîgehan dikin. Bila daxwazên girtiyan werin cih."
 
'Bila êdî dengê me bê bihîstin'
 
Nasa girtiyê siyasî Dîkran Çelîk ê di Girtîgeha Tîpa F'yê ya Antalyayê de tê girtin, Gulhan Çelîk jî têkildarî binpêkirinên mafan wiha got: "Dîkran di hevpeyvîna ku me bi rêya telefonê kiriye de pirsgirêkên ku dijîn bi lêv kir. Wî got di aliyê tendirustiyê de ew pirsgirêkên mezin dijîn. Wan nabin bijîşk an jî bi hincetan birina wan taloq dikin. Ji derveyî wê jî zilmê dikin. Di lêgerînan de jî tundiyê dikin. Di aliyê derûnî û fîzikî de êriş li girtiyan tên kirin. Ango Dîkran diyar kir ku wan biryara çalakiyan dane. Heta ku şert û mercên wan neyê sererastkirin ew ê dev ji çalakiyan bernedin. Em jî weke malbat ji rewşa wan bi guman in. Pêwîst e demildest dengê wan were bihîstin. Ne tenê ew em jî bi wê derûniyê dijîn. Dîkran jî di dawiya axaftina xwe de ji min re got ji çapemeniyê û raya giştî re ragihînin ku bila êdî dengê me bê bihîstin."