Kongra Star civîna xwe ya salane li dar dixe

  • 16:24 15 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi beşdarbûna 300 delegeyan li bajaroka Rîmelan a Kantona Qamişloyê civîna xwe ya salane pêk tîne. Civîn dê 2 rojan bidome. 
 
Kongra Star a Rojava di salvegera damezirandina xwe ya 177emîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a Kantona Qamişloyê bi beşdarbûna 300 delegeyan civîna xwe ya salane pêk tîne. Civîn dê du rojan bidome.  
 
Di civînê de berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed axivî û diyar kir ku Kongra Star nûnertiya hemû jinên li Rojava dike, her wiha Kongra Star li hember zîhniyeta serdestiya mêran û kevneşopên civakî sekinî da ku armancên Şoreşa Rojava ya avakirina civakeke demokratîk pêk bîne."
 
Remziye Mihemed jî di civîna salane de axivî û destnîşan kir ku rola jinan a di şoreşa Rojava de, têkoşîna wê gihand hemû cîhanê.
 
Koordînatora Kongra Star Mûna Yûsif jî da zanîn ku Kongra Star ne wekî rêxistinên din ên jinan e, felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan esas digire ku ji bo doza jinan û li gorî mîrasa wê ya dîrokî tê dikoşe. Mûna, daxuyand ku jinên ji hemû pêkhateyan ji bo avakirina civakeke azad li dijî zayendperestî û hemû cureyên tundiyê tê dikoşin.
 
Her wiha komîteya amadekar da zanîn ku civîna salane ya Kongra Star dê du rojan dewam bike. Roja yekem ango îro dê rapora salane û nîqaş bên kirin û di roja duyemîn de jî dê rewşa rêxistinî were nîqaşkirin û plansaziya salê were derxistin.