Li Wanê 'Nobeta Edaletê' 37 roj in didome

  • 16:15 15 Çile 2022
  • Rojane
WAN - 37 roj in li Wanê “Nobeta Edaletê” ya malbatên girtiyan didome. Malbat îro serdana OHD'ê ya Wanê kir û daxwazên xwe anîn ziman û gotin: "Piştevaniya saziyên sivîl û partiyên siyasî ji bo me malbatan girîng e." 
 
Malbatên girtiyan 37 roj in li Baroya Wanê, ji bo girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin û girtiyên nexweş çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" didomînin. Malbatên girtiyan îro çûn serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê. Hevseroka komeleyê Ebru Demîrtepe û parêzerên endamên OHD'ê malbatan pêşwazî kir. 
 
Di hevdîtinê de parêzeran rapora xwe ya derbarê Girtîgeha Wan û Panosê de ji malbatan re ragihand. 
 
Li ser navê malbatan Aslihan Tîmur axivî û bal kişand ser eleqeya komeleyê û got: "Nobeta me ya li Baroya Wanê her roja ku derbas dibe mezin dibe. Piştevaniya saziyên sivîl û partiyên siyasî ji bo me girîng e. Em ne tenê ji bo zarokên xwe em ji bo hemû girtiyan nobetê digirin. Çi dibe bila bibe em ê daxwazên zarokên xwe her tim bînin ziman." 
 
Aslihan, da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û wiha bi lêv kir: "Tecrîda ku li Îmraliyê tê maşandin li hemû girtîgehan belavbûye. Em demildest dixwazin tecrîd ji holê bê rakirin. Divê Birêz Abdullah Ocalan wekî hemû girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne."
 
Aslihan, banga mezinkirina têkoşînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li hindûr li hemberî zarokên me û li derve jî li hemberî Gelê Kurd zilmek heye. Em di nûçeyan de dibînin Rojava bi êrişan re rûbirû dimîne. Dayik nikarin cenazeyên xwe bigirin. Ev tişt zilm e. Ligel vê zilmê em nikarin li mala xwe rûnen. Ji ber vê sedemê divê hemû malbatên girtiyan piştgiriyê bidin nobeta me." 
 
Hevseroka OHD'ê ya Wanê û parêzer Ebrû Demîrtepe jî wiha bal kişand ser çalakiya malbatan: "Çalakiya Nobeta Edaletê ji bo pêkanîna daxwazan hat destpêkirin. Em wekî komele her tim li cem wan malbatan bin û em ê piştevaniya xwe bi malbatan re mezin bikin."