'Nobeta Edaletê' 313 roj in didome: Ev têkoşîna heqîqetê ye

  • 13:50 15 Çile 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar 313 roj in didome. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û nûnerên herêmê serdana Malbata Şenyaşar kir.  
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 313’yemîn de berdewam dike. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar tevî ku ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye jî ji 42 kîlometreyan ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş edliyeyê û li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin nobeta xwe da destpêkirin. Serdanên ji bo piştgiriya malbatê jî didomin. 
 
Şandeya Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di nav de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û nûnerên herêmê jî hebûn serdana malbatê kirin. 
 
Ferît Şenyaşar ê derbarê roja êrişê û tiştên pişt re qewimîn de şande agahdar kir û bi lêv kir ku têkoşîna wan a edaletê “di bin zilmê de” berdewam dike. Ferît, bi bîr xist ku derbarê dayika wî Emîne Şenyaşar de bi hêceta “heqaretê” 12 lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha got: “3 lêpirsîn vegerîne dozê. Hêj têkildarî kesên li nexweşxaneyê sûcê mirovahiyê pêk anîn de tu geşedan tune ne. Dema gotubehs dibe doza nexweşxaneyê dibêjin ‘ne karê me ye’. Kesên ku ev komkujî pêk anîne ji polîtîkayên bêcezatiyê cesaretê digirin.”
  
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku bêhiqûqiya li malbata Şenyaşar tê kirin ji nêz ve dişopînin û wiha got: “We li Enqereyê serdana me kirin. Me xwest weke Navenda Giştî ya ÎHD’ê û nûnerên me yên herêmê serdana we bikin. Bi rastî jî berxwedana we ya edaletê gelek girîng e. Di vê têkoşînê de me ev dît; berxwedana dayikan gelek pîroz e. Ev têkoşîna we wê teqez encam bigire. Em li cem we ne. Heke li welatekê mirov ji bo edaletê li ber xwe bidin û nobetan bigirin wî welatî nirxê xwe yê herî hêja winda kiriye. 
  
Ozturk, destnîşan kir ku nirxeke herî girîng ku mirovan bi hev re digire edalet e û wiha berdewam kir: “Em çawa dikarin li cihekî ku aştî, wekhevî, azadî û edalet tune be bibin civak? Yên desthilatdariya siyasî divê hezar carî li ser bifikirin. Em berxwedana we silav dikin. Divê li tenduristiya xwe miqate bin. Bi ya min rojên ku edalet werin nêz in. Em hemû di vê hawira neheq de li edaletê digerin. Ev têkoşîna heqîqetê ye û em ê serbikevin. Eger hikûmet nikaribe failên kuştinê li ber çavên her kesî derxîne pêşberî dadgeriyê, ev yek şerma wan e. Lê zû yan jî dereng wê edalet pêk were.”
 
Ferît Şenyaşar ji ber piştgiriya şandeyê spasiyên xwe pêşkeşî wan kirin û wiha got: “Em li vir weke du kes bên xuyakirin jî em hêza xwe ji mirovên weke we birûmet digirin. Serdanên piştgiriyê ji me re dibin moral.”
 
Şandeyê piştî demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girt, ji qadê veqetiya.