Li Colemêrgê 11 herêm wekî 'herêma ewlehiyê ya taybet' hatin îlankirin

  • 11:08 15 Çile 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - 11 herêmên girêdayî Çelê, Derecik, Şemzînan û Geverê û navenda Colemêrgê heta 31'ê Kanûnê wekî 'herêma ewlehiyê ya taybet' hatin îlankirin.
 
Walîtiya Colemêrgê ragihand ku ew 11 herêmên girêdayî Çelê, Derecik, Şemzînan û Geverê û navenda Colemêrgê heta 31'ê Kanûnê wekî 'herêma ewlehiyê ya taybet' îlan dikin.