Li Êlihê kongreya HDP'ê: Li dora HDP'ê bibin yek

  • 10:29 15 Çile 2022
  • Rojane
ÊLIH - Hevseroka HDP'Ê Fatma Ablay banga tevlêbûna 4’emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP’ê ya Êlihê kir û got: "Kongreya Êlihê wê bibe bersiveke mezin ji bo kesên ku dibêjin "Qîdûmê wan nemaye'."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê bi dirûşmeya "Niha dema HDP'ê ye" 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û parlamenterên herêmê jî dê beşdarî kongreyê bibin. Tê payîn ku kongreya ku wê li Salona Dawet û Konferansê ya Vural a li Kolana Mezopotamyayê bê lidarxistin. 
 
Ji bo kongreyê nêzî 3 meh in xebat tê meşandin. Derbarê kongreyê de hevseroka HDP'ê ya Êlihê Fatma Ablay axivî. 
 
'Em pêşeroşa xwe dibînin' 
 
Fatma, da zanîn ku nêzî 3 meh in ji bo kongreyê xebat didin meşandin û got: "Me herkesî re têkilî danî. Nêzî hezar kes di nav xebatan de cih girt. Di çarcoveya xebatên kongreyê de komîsyonên me çûn serdana saziyên sivîl û pêşniyarên wan girtin. Her wiha me li Êlihê hevdîtina gel jî pêk anî. Civînên ku me bi gel re li taxan pêk anî jî bi girseyî bûn. Di pêvajoyeke wisa de xebatên bi vî rengî girîng bû. Em niha bêtir pêşeroja xwe dibînin."
 
'Li Êlihê dê bersiveke mezin bê dayîn'
 
Fatma, di axaftina xwe de bal kişand ser êriş û zextên li hemberî partiyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Gel li dijî êrişên ku di demên dawiyê de li hemberî partiyê pêk hatî bûn xwedî bi bertek û xwedî li partiya xwe derketin. Gel êdî ji êrişên îqtîdarê natirse. Doza girtina HDP'ê, doza Kobanê û hedefgirtina parlamenterên me di rojevê de ye, kongreya me wê bibe bersivek mezin. Batman bajarekî ku me ji sedî 70 deng girtiye ye. Dema em bi gel re tên cem hev, hêviya gel a ji HDP’ê roj bi roj zêdetir dibe. Dema em broşuran belav dikin mirov ji me re dibêjin 'nûçeyên me hene'. Ev nîşan dide ku; Gel pir baş HDP'ê dişopîne. Em li bendê ne ku kongreya Êlihê bibe bersiveke mezin ji bo kesên ku dibêjin 'Qîdûmê wan nemaye'. Li aliyê din em bi bawerin ku dê bi têkoşînê dawiya desthilatdariya bê."
 
'Li dora HDP’ê bibin yek'
 
Fatmayê, anî ziman ku ew bawer dikin ku kongre dê bi hêz be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hev re li ber xwe bidin. Em dizanin ku di encama girêdaneke mezin de em dikarin êrîşên li dijî me pûç bikin. Heta ku em deriyê Îmraliyê bişkînin wê têkoşîna me bidome. Niha gel ji ber polîtîkayên pergalê di bin tecrîdê de ye. Yekane rêya derketina ji vê rewşê parastina HDP’ê ye. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora HDP’ê bibin yek.”