Ji bo bernameyên ‘em jiyanê diparêzin’ bang

  • 09:04 15 Çile 2022
  • Rojane
STENBOL - ÎHD’a Stenbolê bi malbatên girtiyan re bi dirûşma ‘em li girtîgehan mirinan naxwazin, jiyanê diparêzin’ di meha çileyê de her rojên şemiyê di navbera saet 14.00 û 17.00’an de bernameyê pêk tîne. Ji bo bernameyê banga tevlibûnê hat kirin.
 
ÎHD’a Stnbolê û malbatên girtiyan der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dirûşma ‘em li girtîgehan mirinan naxwazin, jiyanê diparêzin’ plansaziya çalakiya mehekê kirin. Çalakî hefteya borî roja şemiyê li şaxa ÎHD’a Stenbolê hat destpêkirin û vê hefteyê ya duyem pêk tê. Seroka şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xebatên wan bê navber didomin.
 
‘Em dixwazin hestiyariyê ava bikin’
 
Gulserenê bi lêv kir ku ev 10 sal in wek şax bi ‘rûniştina F’ balê dikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Bi van çalakiyan me mijar anî rojeva civakê û me xwest em balê bikşînin ser vê nokteyê. Ji ber vê me çalakiya ‘em jiyanê diparêzin’ organîze kir. Li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş giran e. Ji ber vê me xwest em hestiyariyê ava bikin. Bi vê çalakiyê me ev armanc kir.”
 
‘Tenê girtîgehan eleqeder nake’
 
Gulserenê di berdewamiyê de anî ziman ku rêxistinên maf, hiqûq û mirovan der barê girtîgehan de dixebitin lê ev têr nake û wiha bal kişand ser: “Roleke girîng a malbatan heye. Lê malbat bi pêkanîna girtîgehên Tîpa F re bi zehmetî hatin gel hev. Ji ber girtî her tim tên surgunkirin. Li dûr in. Pirsgirêkên wisa hene. Tevî vê rêxistinên maf û hiqûqê û malbat hestiryariyê didomînin. Lê ev têr nake. Binpêkirinên mafan ên cidî hene. Li girtîgehan ev du qat e. Mixabin ev pirsgirêk tenê girtîgehan eleqeder nake. Li welat ev binpêkirin tên jiyîn.”
 
‘Divê daxwaz li ber çavan bên girtin’
 
Gulserenê destnîşan kir ku li welat maf, hiqûq û demorkasî tune ye û her kes vê tîne ziman û divê daxwazên li girtîgehan li ber çavan bên girtin û hewldana wan ev e ku hestiyariyê ava bikin, têkoşînê pêngavek din pêşdetir bibin.
 
‘Em dixwazin hêviyê zêde bikin’
 
Gulserenê wiha dirêjî dayê: “Em dixwazin di pêşerojê de bi gotûbêj, belgefîlman her kesî bi awayekî çalak tevlî vê pêvajoyê bikin. Em dixwazin bi têkoşîna xwe hêviyê xurt bikin. Em bi çalakiya ‘em jiyanê diparêzin’ dixwazin şertên têkoşînê hîn bêtir biafirînin. Dawiya 4 hefteyan şûnde li ser pêşniyaran wê gavên din bên avêtin. Hêviya me ev e ku têkoşîn xurtr û rêxistinkirî be.”
 
Banga xwedîderketinê
 
Gulserenê wiha dawî lê anî: “Em beriya her çalakiyê bernameyê aşkera dikin û bang dikin. Her hefte rojên şemiyê di navbera 14.00-17.00’an de wê bernameya ‘em jiyanê diparêzin’ li komeleya me bidome. Em çiqas tevlî bibin, tevlîbûn çiqas zêde be, wê ji girtiyan re bibe deng û hêvî.”