Çîçek Cengîz : Em ê dev ji vîn û armanca xwe bernedin

  • 09:01 15 Çile 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
NAVENDA NUÇEYAN - Endama Meclîsa Îştarê Çîçek Cengîz di nirxandinên ku ji bo ambargo û êrişên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk tên kir de wiha got: "Bi hevkariya dewleta tirk PDK'ê gav bi gav planên xwe yên li ser Mexmûrê xistin meriyetê. Êrişên ku pêk tên bi armanca valakirina Mexmûrê û şikandina vîna penaberan e. Ev çend sal in ambargo dewam dike. Heta em nebin xwedî nasnameya azad em dev ji Mexmûrê û doza xwe bernadin. Tu êriş nikare bi me."
 
Piştî ku berpirsiyarê MÎT'ê yê Başûrê Kurdistanê Osman Kose di 17'ê Tîrmeha 2019'an de hate kuştin, Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ambargo danî ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê. Wargeh beriya ambargoyê jî bi caran rastî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê hatibû û van êrişina gav bi gav berdewam kirin. Piştî ambargoyê jî gavên êrişê hatin mezinkirin û herî dawî jî hikumeta Bexdayê xwest derdora Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Çîçek Cengîz têkildarî êrişên li ser Mexmûrê tên meşandin bi ajansa me Jinnewsê re axivî û diyar kir ku armanc valakirina Mexmûrê ye lê belê ew ê planên wan vala derxin.
 
Bi caran êriş û îxanet li wan hat kirin
 
Çîçekê demboriya çarenûsa şêniyên Mexmûrê bi bîr anî û got: "Şêniyên Mexmûrê di destpêka salên 1994'an de ji ber êrişên dewleta tirk ên hovane neçarî koçberiyê bûn. Gelê ku qirkirina Tirkiyeyê erê nekir ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rê ket. Di vê demê de 8 wargehên bi navê Qesrok, Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Ertûş, Nînova û Nehdaran guhertin. Di her koçberiyê de dewleta tirk û PDK'ê êrişî wan kirin. Ji derveyî talankirin, ambargo, êrişên hewayî û fîzîkî bi dehan zarok ji birçînan an jî şert û mercên dijwar ên jiyanî, jiyana xwe ji dest dan. Tevî êrişên ku bê navber berdewam dikirin jî gel tucarî armanca azadiya Rêbertî û nasnameyek azad ji bîr nekir."
 
Li Mexmûrê jî tengasî berdewam kirin
 
Çîçekê bal kişand ser zehmetiyên şêniyên Mexmûrê dîtine û wiha pê de çû:"Rêwîtiya dirêj û tije zehmetî ya penaberan di sala 1998'an de li navçeya Mexmûrê bi dawî bû. Lewra ew şert û mercên zehmet ên jiyanê li Mexmûrê jî berdewam kirin. Her wiha cihekî ku xwe bispêrinê nebû û tenê ji ber dûvpişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Rûxmê hemû gef û zehmetiyan penaberan li vir jiyanek nû afirandin, avahî hatin çêkirin, saziyên weke rêveberî, şaredarî, perwerde, tendirustî û parastina xweser hatin avakirin. Di heman salê de jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekî fermî weke wargeha penaberan hate qebûlkirin."
 
NY'ê Mexmûr neparast
 
Çîçekê bi lêv kir ku wargeha ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi tu awayî nehate parastin û wiha berdewam kir: "Mexmûr gelek caran bi êrişên hewayî hate bomberankirin û gelek nîştecihên Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan. Bi hinceta kuştina berpirsiyarê mîtê Tirkiyeyê re jî ji aliyê PDK'ê ve hatiye dorpêçkirin. Di dema ambargoyê de gelek kes bi taybetî jî jinên li ber zayînê jiyana xwe ji dest dan, di aliyê aboriyê de ambargo bûn asteng. Gelek ciwan ji bo debara xwe bikin ketin ser rêyên dûr ên ku di pêvajoya DAÎŞ'ê de hatibûn xirakirin. Di encamê de jî bi dehan ciwanî jiyana xwe ji dest dan. Êrişên li ser Mexmûrê bê navber dewam kirin. Lê NY'ê tu gav neavêt. Bêdengiya wan peyama piştgiriya êrişan didin me. Wisa xuya dike ku êrişên li dijî me li gor berjwendiyên wan e. Em dixwazin ku  NY li Mexmûrê lêkolînê bide destpêkirin û ji bo êrişên tên kirin çareseriyê bide pêşxistin."
 
'Vegera zilma Tirkiyeyê li me ferz dikirin'
 
Çîçekê da zanîn ku dema ew nû hatine Başûrê Kurdistanê ew li benda cihekî pir cuda bûn, lê ya ku ew lê rast hatine ew pir êşandiye. Çîçekê wiha berdewam kir: "Di encamê de em koçî cihekî gelekî cuda nebûn. Em car din li ser xaka Kurdistanê bûn. Lê dema em hatin em rastî zilm û êrişek qirêj hatin. Niha jî bi hincetên nepen ambargoyê didin meşandin. Di demên borî de gelek welatî qetil kirin û gelek zilm dan meşandin. Xwestin bi kiryarên xwe me ji vir derxin. Digotin hûn neçar in car din vegerin zilma Tirkiyeyê. Ev yek li me ferz dikirin. Jixwe sedema em ewqas bûn penaber ev bû. Vê yekê jî di aliyê fîzikî, tendirustî û derûnî de birînên ku neyên dermankirin vekir."
 
'Rêxistina me planên wan vala derdixe'
 
Çîçekê diyar kir ku cihê Mexmûr lê hatiye bicihkirin cihekî stratejîk e û wiha pê de çû: "Bicihkirina Mexmûrê ya li vir cihê nîqaşê ye. Dema em dibêjin di rojên yekemîn ên bicihbûnê de ewqas kes jiyana xwe ji dest dan divê weke bûyerek ji rêzê neyê temaşekirin. Jixwe dixwestin komkujiyeke mezin bikin. Cihekî wêrankirî û mîna dojehê dan me. Ango ji bo dorpêçê û biserdegirtinê jî guncav e. Gelê me bi vîna xwe, xwe ber bi çiyayê qereçoxê ve kişandin û tenê ev ji bo wan bû delîl. Lewra weke ku li hemberî polîtîkayên wan tucarî serî netewandin ev rêbaza wan a hilweşandinê jî vala hat derxistin. Penaberan dojeh veguherandin bihuştê. Li vir çandinî kirin, karkerî kirin, ji axê xaniyê xwe ava kirin. Bi derfetên xwe li vir jiyanek nû afirandin. Ango ev jî rêxistinbûyîna gelê Mexmûrê nîşan dide. Li vir rêxistin, armanc, vîn û hezkirinek mezin heye. Ev jî me li ser lingan digire û nahêle ku em hilweşin."
 
'Êriş bi hev re girêdayî ne'
 
Çîçekê bal kişand ser girêdana êrişan a bi hev re û wiha lê zêde kir:"Êrişên ku heta niha li ser gelê Mexmûrê hatiye kirin bi hev re girêdayî ne û bi heman armancê pêk hatine. Lewra gelê kurd li kîjan parçeyê Kurdistanê bin, an jî li ku cihê cîhanê bin jî, ger rêxistinbûyîn û xweseriyek xwe ava bikin berê dijmin dikeve wir. Kurdan tim ji xwe re weke talûke dîtine. Rêxistinbûyîna me ji wan re tirsek mezin e. Bi vê ve girêdayî jî di 27'ê Kanûna 2021'ê de jî hikumeta Bexdayê xwest dora Mexmûrê bigire. Li gel ambargoya heyî dixwestin derdora wê bi têlan bipêçin. Vê carê jî gel bi berxwedanê wan paşve kişandin. Hewildan ku dorpêç bikin lê belê wan nezanî ku bi çi re rû bi rû man. Li beramberî bi hezaran şêniyên Mexmûrê yên kom bûbûn neçar man paşve bikişin."
 
'Ew li gor berjewendiyên gelê kurd tev nagerin'
 
Çîçekê bal kişand ser sîstema rêveberiya PDK'ê û wiha got: "Ne tenê em ji şêweyê rêveberiya PDK'ê gilîdar in, di nava hemû gelê Başûr de jî nerazîbûnek heye. Çiyayên Kurdistanê tên bombebarankirin û êrişek dijwar li Başûrê Kurdistanê jî tê meşandin. Ango PDK li dijî ku nerazîbûna xwe nîşan bide piştgiriyê dide wan êrişana. Bi sedan welatî ji bo ji nav gengeşeyên rû didin xwe xilas bikin koçber bûn . Li sînorê Belarûsê jî gelek ji wan jiyana xwe ji dest dan. Ev şerma wan e. Ango eşkere ye ku ew li gor berjewendiyên gelê kurd tev nagerin ew ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî dixebitin."
 
'Em ê ji bo berjewendiyên gelê kurd li ser lingan bin'
 
Çîçekê herî dawî bal kişand ser têkoşîna ku didin û wiha got:"Êriş bi çi awayî bi ser me de werin bila werin em ê dev ji doza xwe û armanca xwe bernedin. Em ê li dijî êrişan xwe bêhtir bi rêxistin bikin û em ê destûra biserketina planên wan ên qirêj nedin. Heta niha hewildanên me encam girtin û wê ji îro şûnde jî bigire. Em ê ji bo berjewendiyên gelê kurd li ser lingan bin. Heta ku azadiya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û azadiya nasnameyê pêk neyê em ê Mexmûrê vala nekin."