Stran ji bo girtiyan hatin gotin

  • 16:54 14 Çile 2022
  • Rojane
STENBOL - TJA'yê ji bo girtiyan çalakiya moral û piştevaniyê li dar xist û banga bidawîkirina binpêkirina mafên li girtîgehan kir. Stranên di çalakiyê de hatin gotin diyarî girtiyan hatin kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) çalakiya moral û piştevaniyê ya ji bo girtiyan li dar xist. Pankarta "Jin bi Stranên Xwe Dibin Dengê Serhildana li Zindanan" li qada çalakiyê hat daliqandin. Gelek aktivîstên TJA'yê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, Hevseroka MATUHAY-DER'ê Esin Çelik, Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Dengbêj Xalîde beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bernayê de aktîvîsta TJA'yê Zekiye Îlbasan axaftineke kurt kir û bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got: "Me xwest bi vê bernameyê em balê bikişînin ser rewşa girtiyan û ji bo malbatan jî bibin moral."
 
Piştî axaftinê Dengbêj Xalîde û Dayikên Aştiyê bi hev re klamên xwe gotin. Kesên ku tevlî bernameyê bûn jî bi wan re klam gotin. Bername bi klamên dengbêj Xalîdê qediya.