Meclîsa Ciwanan a HDP'ê çû serdana 'Nobeta Edaletê' ya Wanê

  • 16:20 14 Çile 2022
  • Rojane
WAN - Li Wanê “Nobeta Edaletê” ya malbatên girtiyan 36 roj in didome. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê serdana nobetê kirin û gotin: "Nobeta Edaletê ya li Riha, Amed û Wanê û her wiha hewldana malbata Gulistan Doku ya li Dêrsimê ji bo me girîng e."
 
"Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan 36 roj in li Baroya Wanê didome. Nobeta ku ji bo girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin û nexweş in hatî destpêkirin bi serdanan didome. Zubeyde Abî ji bo hevjînê xwe yê 25 sal in girtiye Ebedin Abî yê nexweş tevlî nobeta edaletê bû. Îro jî Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê serdana nobetê kirin. 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê Arjîn Tuncer di serdanê de axivî û got: "Nobet Edaletê ya Malbata Şenyaşar a ku li ber Edliya Rihayê hatî destpêkirin, Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Wan û Amedê, her wiha çalakiya malbata Gulistan Doku ya li Dêrsimê ji bo me girîng e. Ev lêgerîna edaletê ji bo me hêviyek e."
 
Arjîn, destnîşan kir ku li hemberî girtîgehan êrişeke bi pergalî heye û wiha axivî: "Ev êriş bingeha xwe ji tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan digire û di şexsê Abdullah Ocalan de tecrîd li her derê tê meşandin. Tifaqa AKP-MHP ê faşîst tola xwe ji girtiyan digire."
 
Di serdanê de li ser navê malhbatan Meryem Abî axivî û bal kişand ser piştevaniya ku tê kirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em bi hatina endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi kêyfxweş in. Piştevaniya ciwanan ji bo me girîng e. Em li vir ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû girtiyan nobetê digirin. Lê divê bê zanîn ku heta edalet pêk bê em ê çalakiya xwe bidomînin."