Derbarê girtiyên ku bernameya bîranînê li dar xistin de lêpirsin hat destpêkirin

  • 14:02 14 Çile 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bernameyeke bîranîne li dar xistin. Îdareya girtîgehê bi ser qawîşan de girt û li hemberî jinên ku di bîranînê de nebûn jî lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê, ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê çileya 2013'yan de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin bernameyek organîze kir. Rêveberiya girtîgehê bi ser qawîşên jinan de girt. Li gorî agahiyên ku xizmekî girtiyan daye, di serdegirtina 10'ê çile de gardiyanan tiştên girtiyan avêtine erdê û malzemeyên şexsî yên girtiyan şikandine. Hate diyarkirin ku gardiyanên ku bi saetan ji qawîşê derneketin, zextên psîkolojîk li girtiyan kirin û her wiha heqaret li girtiyan kirin.
 
Li gorî agahiyên ku girtî ji xizmên xwe re ragihandine, bi serdegirtina li qawîşê ku "Bi şeklê operasyonê" hatiye kirin, berdewamiya serdegirtina di 6'ê cotmeha 2021'an de ji aliyê polîs û gardiyanên bi kincên robokopî ve hatiye kirin. Piştî serdegirtinê der barê kesên ku piştî serdegirtinê di qawîşê de bûn de lêpirsîn hat destpêkirin, di dema bîranînê de jî der barê girtiyên ku di karantinayê de bûn lêpirsîn hat vekirin.