Şêniyên Qamişloyê li dijî girtina deriyê Sêmalka meşek li dar xistin

  • 16:56 13 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtina Deriyên Sînor ji aliyê Şêniyên Kantona Qamişloyê ve bi xwepêşandanekê hat şermezar kirin.
 
Hêzên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di şeva 26'ê tîrmeha 2021'an de kemîn danî ber 3 endamên HPG'ê û ew revandin. Aqûbeta van hînê ne diyar bû, PDK'ê vê carê jî di şeva 28-29'ê tebaxa 2021'an de kemîn danî pêşiya komeke ji 7 HPG'iyan en ku ji Qendîlê derbasî Behdînanê dibûn. Ji vê komê 6 kes jiyana xwe ji dest da, yek bi saxî rizgar bû û piştî çend rojan xwe gihand hêzên xwe. 
 
Malbatên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê xwestin cenazeyên xwe werbigirin. Lê daxwazên malbatan hatin redkirin. Malbatan bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê, li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakiya nobetê 101 roj in didome. 
 
Ji gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; ji Dêra Zor, Şeddadê, Hawll, Kerema, Reqa, Tebqa, Eyn Îsa, Kobanê, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Qamişlo, Çilaxa, Dêrik, Girkê Legê bi dehan heyetan serdana çalakgeran kirin. Di nava yên hatin serdanê de gelek rûspî û serokeşîrên Ereb jî hebûn. Her wiha tevî endamên rêxistinên civakî yên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên rêxistinên saziyên bawerî û olan jî serdana çalakgeran kirin.
 
Her wiha ligel serdanan li gelek cihê çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin. Îro bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik, Baravê, Koçerat, Til Koçer û Çil Axa xwepêşandanek bi dirûşma "Girtina Deriyê Sêmalkayê teslîmbûna ji siyaseta Erdogan û pêkanîna fermanên wî ye" hat lidarxistin. Xwepêşandêr li Qada Azadî ya navçeya Dêrikê kom bûn û heta li Qada Şehîdan meşiyan û li vir Hevseroka Meclisa Qamişloyê Perwîn Yûsif axivî. 
 
Perwîn, bertek nîşanî girtina Deriyê Sêmalka da û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya leşkerî, siyasî û dîplomatîk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, lê dîsa jî ev bes nedît, ji ber vê yekê bi girtina deriyên sînor re siyaseta dorpêçkirina aborî li ser gelê herêmê da meşandin. Ferzkirina dorpêçê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê planeke di navbera PDK û dewleta Tirk a dagirker de ye, ji bo koçberkirina gelê herêmê. Siyasetên dorpêçkirinê, dê gel ji berxwedan û bilindkirina têkoşînê dûr nexin."
 
Xwepêşandan bi dirûşmên berxwedanê bi dawî bû.