'Nobeta Edaletê' di roja 59'an de berdewam e

  • 15:51 13 Çile 2022
  • Rojane
AMED - "Nobeta Edaletê" ya ji aliyê xizmên girtiyan ve hat destpêkirin berdewam dike Hozan Saît Demîr jî bi armanca ku piştgiriyê bide tevli çalakiyê bû û bi stranên xwe moral da malbatan.
 
Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye betalkirin ku nayên berdan li Avahiay Baroya Amedê di roja 59'an de berdewam dike.
 
Yek ji xizmên girtiyan Hunermend Hozan Saît Demîr jî bi armanca ku piştgiriyê bide çalakvanan, bi kurdî kilam gotin û moral da malbatan.