'Em navê Devlet Bahçelî li erdnigariya xwe naxwazin'

  • 11:13 13 Çile 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Jinên Amedê, çêkirina Daristana Bîranînê ya bi navê Devlet Bahçeli şermezar kirin û diyar kirin ku ew navê Devlet Bahçelî li erdnigariya xwe qebûl nakin û destnîşan kirin ku ew ê xwedî li çand û bîra xwe derkevin. 
 
Li çiyayê Kirklarê ku di nav sînorê Navçeya Sûrê ya Amedê de ye, tê xwestin ku li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî daristanek bê çêkirin. Rêveberiya  MHP'ê ya Bajêr jî di rojên derbasbûyî de ragihand ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Munîr Karaloglû ji bo daristana bê çêkirin  210 donim erd tahsîsî wan kiriye.Şêniyên Amedê li dijî dayîna navê Devlet Bahçelî ji bo Daristanê bi bertek in. 
 
Têkildarî mijarê jinên Amedê jî bertekên xwe nîşan dan û destnîşan û banga xwedîderketina li çand û dîroka xwe li gel kirin. 
 
‘Gel vî navî qebûl nake’
 
Xwendevan Helîn Memîş dayîna navê Devlet Bahçelî ji bo darîstanên şermezar kir û diyar kir ku divê Gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derkeve. Hêlîn, wiha axivî: “Em tiştek wisa qebûl nakin. Bajarek ku HDP yê diparêze û xwedî li çand û dîroka xwe derdikeve dayîna navê devlet Bahçelî ji bo vî bajarî nayê qebûlkirin û rewşekê şermezarkrinê ye. Devlet Bahçelî bi awayê faşîzan nêzî vî gelî dibe û gel jî wê hewlesta wî baş dizane. Gel tiştekî wiha qebûl nake û wê li dijî vê têkoşînê bide.”
 
‘Êrîşî çand û dîroka me dikin’
 
Dîlek Aytaş Meşe jî bilêv kir ku ji bo navek li darîstanê were kirin divê daxwaza gelê Amedê bê pirsîn. Bêyî ku bê pirsîn biryareke bi vî rengî hatiye girtin û gel biryareke wisa nas nake. Dîlekê, da zanîn ku bi vî şiklî nirx û çanda kurdan tune tê hesibandin û wiha pêdê çû: “Ewqas navên bi nirx û bi qimet hene ji bo erdnîgariya kurdan dayina navê Dewlet Bahçelî rewşekê şermezar kirine ye. Hem xwezaya me tune dikin hem jî êrîşî çanda me dikin. Em biryarek wisa nas nakin.”
 
‘Navê Dewlet Bahçelî li Amedê nayê’
 
Çîgdem Işik jî destnîşan kir ku navê Dewlet Bahçelî li Amedê nayê û got: “Divê tiştek wisa neyê kirin. Ez bi xwe jî ji vir im û gelê Amedê tiştek wisa naxwazr. Heke gel nexwaze jî divê ji vê daxwaza wan re rêz bê girtin.”
 
Eflîn Yilmaz jî anî ziman ku avakirina darîstanê fikrekê xweş e lê ji bo navê darîstanê  ku bikin ya Devlet Bahçelî fikrekê xirab e. Eflîn wiha berdewam kir: “Çiyayê Kirklarê xwedî dîrokek kevnar e û lêkirina navekî wis êrîşa li dijî dîrok û çanda kurdan e.”
 
‘Xwediyê vê erdnigariyê Gelê Kurd e’
 
Dîlan Çelîk jî wiha fikrên xwe têkîldarî mijarê vegot: “Tu girîngiya Devlet Bahçelî ji bo kurdan nîne. Xwediyê vê erdnigariyê Gelê Kurd e û divê ji helwesta gel re rêz bê girtin. Em navekî wisa naxwazin bila navekê din li daristanê wêere kirin.”
 
‘Biryarek gelek tewş e’
 
Herî dawî jî Ayşegul Topçîn axivî û got ku kesek ku civaka vê derê nas nake ne hewceye ku navê wî li cihek ev civak lê dijî bê kirin û wiha axivî: “Çi hewceye ku navekî wisa lê tê kirin. Biryarek gelek tewş e. Gava ku ez bajara xwe bidim danasin naxwazim navê Devlet Bahçelî têde hebe.  Çiyayê Kirklar xwedî dîrokek gelek kevnar e. Çi hewceye ku nav û danasîna çiyayê Kirklarê diguherînin.  Devlet Bahçelî gav jî neavêtiye Amedê ku navê Devlet Bahçelî li daristaneke li Amedê dikin. Divê gelê me li çand û dîroka xwe xwedî derê. ”