ROJEVA 13'Ê ÇILEYÊ YA 2022'YAN

  • 09:00 13 Çile 2022
  • Rojev
 
*Endama Kordînasyona TAJÊ Rîham Hîco têkildarî êrişên dewleta tirk û PDK'ê nêrînên xwe parve kir û got: "Tirkiye û dewletên derve ji bo Kurdistanê desteser bikin û bernameyên xwe pêk bînin di serî de dixwazin kurdan parçe bikin. Di nava Başûr de kurd dibin çend parçe. Ev jî me ber bi tunebûnê ve dibe. Pêwîst e kurd hişyar bibin û li dijî êrişan bikevin nava parastina rewa. Ketina Şengalê wê bibe ketina hikumeta PDK'ê jî. Ji ber ku di hedefê de ne tenê Şengal, Kurdistan heye." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Botanê li hemberî qeyrana aborî bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Em êdî nikarin debara xwe ya rojane bikin, rojê 5 sitil mast bifroşim jî tenekeyek rûn pê nayê. Ji ber buhabûna ceh û ka em nikarin pêz jî li xwedî bikin. Ji bo çareseriyê em siyasetek bi edalet û mirovî dixwazin. Bila ev pergala eletewş rast bibe." BI DÎMEN 
 
*Hevşaredara Erxaniyê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Meryem Yildiz, destnîşan kir ku di êrişên li dijî rêxistina HDP’ê de sûcekî organîzekirî heye û wiha got: “Di destê vê desthîlatdariyê de ji bo xapandina gel êdî tu tiştek nema ye. AKP-MHP her diçe lawaz dibin. Ji ber wê ye ku bi hemû hêza xwe êrîşê HDP’ê dikin.” DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera dema berê ya HDP’ê ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan a ku demekê bi siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku nexweşiya wê di şertên girtîgehê de pêş dikeve, girtî ma, diyar kir ku Ayselê jinek berxwedêr, xurt, ji dil e.  DÎMEN HEYE
 
*Ji parêzerên komkujiya Konyayê Ozum Vurgun banga beşdariya rûniştina yekem a êrişa nîjadperest kir û got:"Ew ê têkoşîna me ya hiqûqê bidome. Têkoşîna bi rêxistinkirî hêzê dide û dide qezenckirin."