Li Sûrê pîrozbahiya sersalê

  • 16:35 12 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi bernameyeke ku li Sûrê li dar xist serê salê pîroz kir. 
 
Şeva ku 13'ê çileyê bi 14'ê çileyê ve girêdide, ji aliyê gelek kurdan ve wekî serê salê tê binavkirin û di vê êvarê şahiyên cûr bi cûr tên lidarxisitn.  Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî bi vê minasebetê li Sûrê şahiyek li dar xist.  Endam û rêveberên çandê cil û bergên kurdî li xwe kirin û li tax û kûçeyên Sûrê salê pîroz kirin. 
 
Girseya ku bi lêdana erbanê li nav şêniyên naçeyê geriya bi çoşeke mezin hate pêşwazîkirin. Bername bi govend û stranên kurdî bi dawî bû.