Ji Dêrsimê bang kirin: Em Gulîstanê dixwazin

  • 16:06 12 Çile 2022
  • Rojane
DÊRSIM - Nobeta Edaletê ya ji bo pirskirina aqubeta Gulîstan Doku ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 12'an de didome. 
 
Çalakiya rûniştinê ya malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ku ji 5’ê çileya 2020’î ve li Dêrsimê winda bû û agahî jê nayê girtin a li pêş Edliyeya Dêrsimê daye destpêkirin di roja 12’emîn de berdewam dike. Di roja 12'emîn a çalakiyê de dayik û bavê Gulîstanê Bedriye û Halît Doku hatin pêşiya edliyeyê û gotin:"Em keça xwe dixwazin, zaroka me bibînin."
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dêrsimê Nurşat Yeşil û Îbrahim Kasun û endamên Platforma Jinê ya Dêrsimê hatin serdana piştevaniyê.