Li Wanê 'Nobeta Edaletê' 34 roj in didome

  • 15:22 12 Çile 2022
  • Rojane
WAN - Li Wanê “Nobeta Edaletê” 34 roj in didome. Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Westanê îro serdana nobetê kirin û gotin: "Divê tecrîd bi dawî bibe û girtiyên nexweş serbest bên berdan." 
 
"Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan 34 roj in li Baroya Wanê didome. Nobeta ku ji bo girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin û nexweş in hatî destpêkirin bi serdanan didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Westanê serdana nobetê kirin. Rêveberê HDP'ê ya Westanê Basrî Arslan di serdanê de axivî. 
 
Basrî, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîda ku li hemberî Abdullah Ocalan niha belavî hemû beşên civakî bûye. Tecrîd tenê bi têkoşînê dê têk biçe. Bi rêya tecrîdê zextê li civakê dikin û dixwazin civakê bêdeng bikin. Di dîrokê de jî mînakên vê tecrîdê hene. Li dijî berxwedan û têkoşînê serî polîtîkayên tecrîdê didin. Lê divê bê zanîn ku bi tecrîdê tu carî bi ser nakevin. Pêwiste tecrît bi dawî bibe û girtiyên nexweş serbest bên berdan."