Li Hewlêrê bi ser cihek fihûşê de hate girtin

  • 15:05 12 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê bi ser cihek fihûşê de hate girtin û berpirs jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
 
Li Hewlêrê hêzên ewlekariyê li ser cihek fihûşê de girtin, bi dehan jin bi pereyek zêde re hatin binçavkirin. Li gorî nûçeya Ajansa ROJNEWS'ê, di nav de gelek kurên berpirsan û efser jî, gelek kes hatine binçavkirin. Tê gotin xwediyê cihê fihûşê jî, kesek naskirî û berpirsek paye bilind yê Herêma Kurdistanê ye.
 
Duh bi şev hêzên ewlekariyê li cihek geştiyariyê yê di nava Hewlêrê de bi ser cihek fihûşê de girtin. Di nûçeyê de wiha tê gotin: “Gelek behsa wî cihî dihate kirin, cihê fihûşê bû û şebeke jî ya fihûşê bû. Hêzên ewlekariyê li cihê fihuşê gelek jinan binçavkirin, temenê wan di navbera 17 salî heya 40 salî dene. Di nava jinên hatine binçavkirin de, gelek jinên Yunanî jî hene, her yek ji wan xwediyê wesayîtên giranbihane û wesayîtên wan jî hatine desteserkirin. Bi jinan re, kurê bazirgan û berpirsek paye bilind yê Herêma Kurdistanê jî heye û hatiye binçavkirin. Gelek bazirgan jî di nava kesên hatine binçavkirin de hene, hinek efser jî li heman cihî hatine binçavkirin.”
 
Tê gotin dema hêzên ewlekariyê bi ser cihê fihûşê de girtine, pereyek zêde jî desteserkirine. Li gorî nûçeyê otobusek biçûk a tije pere hatiye desteserkirin. Hêzên ewlekariyê xwestine xwediyê cih binçav bikin, lê reviyaye. Tê gotin xwediyê cihê fihuşê jî kesek naskirî û berpirsek paye bilind yê Herêma Kurdistanê ye.