Baroya Amedê têkildarî Dîlara Yildiz a hat qetilkirin daxuyanî da

  • 13:52 12 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Baroya Amedê têkildarî parêzer Dîlara Yildiz a ji aliyê Oktay Donmez ve hatiye qetilkirin daxuyaniya çapemeniyê da û got: "Qetilkirina jinan polîtîk e. Yek ji wan jinên ku bi vê qirkirinê rû bi rû maye jî rêhevala me ye û em ê şopdarê doza wê û hemû jinan bin."
 
Baroya Amedê têkildarî endama Baroya Stenbolê parêzer Dîlara Yildiz a ji aliyê Oktay Donmez ve hatiye qetilkirin li ber deriyê dadgeha Amedê daxuyaniya çapemeniyê dan. Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Remzî Erînç Sagkan û bi dehan parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Komîsyona Parastina Mafê Jinan a Baroya Amedê Asya Cemre Işik metna daxuyaniyê xwend.
 
‘Ewlehî nayên girtin’
 
Asya bi bîr anî ku Dîlara Yildiz rûxmê bi dehan caran di derbarê Oktay Donmez de bûye gilîkar jî ewlehî nehatine girtin. Piştî biryara dûrxistinê Oktay bi rêya çilîngir dikeve hundir û wê qetil dike. Asya got di van qetlîamên ku eşkere bi ser xwişkên me de tên de tu ewlehî nayên girtin û wiha berdewam kir: “Xwişkên me ji bo xwe biparêzin di nava têkoşîn û hewildaneke mezin de ne. Lewra dengên wan nayên bihîstin û li ber çav tên qetilkirin. Em baş dizanin ku yên destkeftiyên jinan dikin mijara nîqaşê û qanûnên ku ji van yekan bandor dibin sûcdar in û ji van qetlîaman beripirsyar in. Di hemû qetlîaman de jî hêrsa me bi heman rengî zêde dibe û em xwestekên xwe dubare nû dikin.”
 
‘Em ê şopdarê dozê bin’
 
Asyayê da zanîn ew carek din ji vir bang li rayedaran dikin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Pêwîst e Peymana Stenbolê ya ku jê hatiye vekişandin dubare bixin meriyetê. Pêwîst e dest danînin mafên me yên qanûna medenî. Em ê weke yekîtiya baroyan a parastina mafê jinan carek din dibêjin em ê şopdarê dozê bin û em ê li dijî polîtîkayên li dij jinan tên meşandin têbikoşin.”