Ji bo Aysel Tugluk pêvajoya teşhîsa nû dest pê kir

  • 09:03 12 Çile 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Birayê Aysel Tugluk, Alattîn Tugluk da zanîn ku rewşa Ayselê roj bi roj xerabtir dibe û wiha got: “Nav nivînan de dimîne, nikare rabe, nikare pirtûkan bixwîne, nikare têkiliyê deyne, nikare li TV'yê temaşe bike û nikare bi kesî re biaxive. Pêvajoyeke nû ya teşhîsê hat destpêkirin.
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk 5 sal in li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ya Kocaeliyê tê girtin. Dayika wê Hatun Tugluk di 13'ê Îlona 2017'an de  jiyana xwe ji dest dabû û piştî êrîşa nîjadperest a li hemberî cenazeya wê, Ayselê pirsgirêkên tenduristiyê jiya û piştre teşhîsa demansê lê hat danîn. Rewşa Ayselê roj bi roj girantir dibe.
 
Tevî rapora ku SaziyaTipa Edlî (ATK) ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî  ATK’a Stenbolê berovajî vê rapor da û got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Li hember vê bi hezaran jinî bertek nîşan dan û kampanya pêk anîn. Herî dawî bi sernavê ‘Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’ kampanya hat destpêkirin û jinan azadiya Ayselê xwestin. Di çarçoveya vê kampanyayê de bi hezaran kesî li ser çapemeniya civakî bi hashtaga “#BinlerceAyseliz” parve kirin û xwestin Ayselê demildest bê berdan.
 
Birayê Ayselê, Alattîn Tugluk der barê rewşa Ayselê de nirxandin kir.
 
‘Tevgerên wê winda dibin’
 
Alaattîn da zanîn ku dikarin biçin hevdîtinê heta du meh berê tenê hevdîtina girtî dihat kirin lê ev du mehe du car in çûne hevdîtina vekirî û wiha dirêjî dayê: “Ez her hefte diçim hevdîtinê. Tevgerên wê pir kêm bûne, hêdî bûne. Di hevdîtina girtî de em li pişt camê bi telefonê diaxivin. Heta telefonê digire dibe ber guhê xwe dem derbas dibe. Em wê demê bi sebir dipên. Dema dest bi axaftinê dike jî kesan ji bîr dike. Yên pir nêzî me ne, lê yên asta duyem sêyem nas nake. Di hevdîtina dawî hevdîtina vekirî de xwest ligel min bê ber derî. Bawer im wê demê ji bîr kir ku li ku derê ye. Gardiyanan gazî wê kirin gotin ‘were vî alî’. Vê ez gelek xemgîn kirim. Tevgerên wê ji nişka ve winda dibin. Rewşa wê giran dibe. Berê evqas nebû.”
 
‘Nikare pirtûkan bixwîne, nikare ji nav nivînan rabe’
 
Alaattîn daxuyakirin ku berê li qawişa xwe werzîş dikir lê ev 3 meh in nikare werzîşê jî bike û wiha dirêjî dayê: “Hevalên wê dibêjin her tim di nav nivînan de ye. Nikare rabe, nikare pirtûkan bixwîne. Nikare têkiliyê deyne, televîzyonê temaşe dike. Bi kesî re naxive. Min got ‘tu dixwînî an na’ got ‘ez nikarim bixwînim’. Min got ‘hinek destûra bingehîn bixebite wê ji bo te baş be’. Lê nikare bixwîne. Niha aktîvîteyek wê ya civakî tune ye.”
 
‘Pêvajoyek nû ya teşhîsê dest pê kir’
 
Alaattîn bi lêv kir ku piştî her du raporên ATK’ê parêzeran serî li merciyên jor dan û pêvajoyeke nû ya teşhîsê hatiye destpêkirin û ev tişt daxuyand: “Em dipên ku encamek çawa wê derkeve. ATK raporên tên pêşniyarkirin red dike. Ez dixwazim xwişka min bê dermankirin. Bila înfaz bê taloqkirin an jî bibe hepsa malê. Em dermankirina wê bikin. Şertên girtîgehê ne baş in. Gelek bi rîsk e. Divê derkeve derve. Divê mêjiyê wê nesekine. Divê her tim di nava tevgerê de be. Ez hewl didim ku em mafên xwe yên hiqûqî bi dest bixin.”
 
‘ATK wê rapora dawî bide’
 
Alaattîn her wiha destnîşan kir ku Ayselê niha ji bo teşhîsek nû çûye nexweşxaneyê û wê raporek nû ya heyetê bê avakirin û ev tişt bi lêv kir: “Ev rapor wê biçe ATK’ê. Di encama vê raporê de wê ATK rapora dawî bide. Nexweşxaneyên Kocaeliyê ji bo teşhîsê qels dimînin ji ber vê birin Nexweşxana Sînîr û Rih a Bakirkoy a Stenbolê. Nêrîna psîkiyatrî wê ji nexweşxaneya Bakirkoyê bê girtin.”
 
‘Dixwazim biçe ser gora dayika min’
 
Alaatîn di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanê  helwesta li dijî Ayselê da û got li ber çavan wê terkî mirinê dikin û ev di alî wijdanî de ne rast e û wiha dawî lê anî: “Di cenazeyê dayika min de êrîş kirin. Ayselê keseke xwedî bawerî ye. Karekterê wê tu car zirar nedida kesî. Yekane daxwaza me ev e ku Ayselê derman bibe. Ez dixwazim Aysel derkeve û biçe ser gora dayika xwe hinekî bigirî.”