Handan Karkoyun: Em destûrê nadin hûn destdirêjî û tecawizê meşrû bikin

  • 16:35 11 Çile 2022
  • Rojane
WAN - Hevseroka HDP’ê Handan Karakoyun bal kişand ser zêdebûna fihûşê û bikaranîna tiryakê ya li Wanê û anî ziman ku ew destûrê nadin destdirêjî û tecawiza tê kirin.
 
Rêxistina HDP'ê ya Wanê, ji bo balê bikişîne ser fuhûşa li jinan tê ferzkirin,  bikaranîna tiryakê ya ciwanan û pirsigirêkên penaber dijîn li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan bi bîr xist ku ciwanên bi navê C.A. û B.A. yên li oteleke li navçeya Rêya Armûşê tiryak bi kar anîn jiyana xwe ji dest dan û destnîşan kir ku bikaranîna tiryakê ne pirsgirêkeke kesayetî ye pirsgirêkeke civakî ye. Fîkret, bal kişand ku li Wanê di kontrola xwegihandina madeyên hişbir an jî madeyên tiryakê de kêmasî hene û got ku divê berpirsyar bên cezakirin. 
 
Fîkret, da zanîn gelek caran ji raya giştî re tê ragihandin ku peywirdarên cemaweriyê yên bikaranîna tirkyak û tedarikkirina wê paşguh dikin hene û wiha got: “Berî ku ciwan girêdayî hişbirê bibin divê bergirî bên girtin. Ji bo kesên hişbirê bikar tînin jî divê bi malbat û saziyên ku bikarin piştevaniyê bikin re mekanîzmayên piştgiriyê werin avakirin. Em ê di dema pêş de plansaziya pêkanîna polîtîkayeke berfireh a ciwanan bikin. Ji ber ku şaredariya qeyûm xwedî pêşengtiyeke bi vî rengî nîne.”
 
Herwiha Fîkret bal kişand ser rewşa penaberan jî û got ku Wan ji bo penaberan rêyeke derbasbûnê ye û anî ziman ku ji bilî penaberên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê û Îranê ve li ser sînor tên kuştin, jinên tecawizî wan tê kirin ji tirsa ku dê bên vegerandin bêdeng dimînin. 
 
'Em ê şopdarên bûyerên destdirêjî û tecawizê bin'
  
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn jî qala polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser jinan kir. Handan diyar kir ku li Wanê bûyerên destdirêjî, tecawizê yên leşker û polîsan ên li hemberî jinan zêde dibin. Handan, bi gotina “desthilatdariya AKP’ê desthilatdariya Mûsa Orhanan e” bi lêv kir ku destûr nadin pêşxistina polîtîkayên tecawizê û anî ziman ku wê şopdarên bûyerên destdirêjî û tecawizê bin. 
 
'Bila jin xwe teênê nebînin'
 
Handan, diyar kir ku weke jinên HDP'yî ji bo pêşî li her şêwe êrîşên li hemberî jinê yên di sala 2022’yan bigirin û keda jinê biparêzin dixebitin û wiha got: “Bila tu jin li hemberî êrişan xwe tenê hîs nekin. Weke jinên HDP’yî em ê derî li her cure hevgirtinê vekin.”