Berteka li dijî 'Daristana Devlet Bahçeli': Em vê biryarê nas nakin

  • 16:03 11 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Rêxistinên civaka sîvîl û komeleyên çandê çêkirina Daristana Bibîranînê ya bi navê Devlet Bahçeli şermezar kirin û diyar kirin ew biryarê nas nakin û gotin:"Em ê li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê bi gelê xwe têbikoşin."
 
Di serî de saziyên çand û hunerê  Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP), Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Rêxistinên Civaka Sîvîl, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û rêxistinê demokrasiyê derbarê biryara ku dê navê Devlet Bahçeli li Çiyayê Kirklar bike li Pir Deh Derî daxuyanî dan. 
 
Daxuyaniya li ser navê saziyan hat dayin ji aliyê xebatkarê çand û hunerê Suphi Orhan ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di serî de wek sazî û dezgehên çand û hunerê û hemû sazî û dezgehên sivîl yên li Amedê me pêdivî bi vê daxuyaniyê dît û em bang li gelê xwe dikin;
 
Di van rojên dawî de nûçeya ku dê li ser navê serokê giştî yê MHP'ê Dewlet Baxçelî li Amedê daristanek bê çêkirin hat belavkirin. Ev wek  bûyereke sosret kete rojeva gelê me û raya giştî. Li çiyayê Kirklarê 210 dolim erazî jî ji hêla qeyûm û midûrîyeta daristanê ve ji bo vê daristana ku qala wê tê kirin hatiye tehsîskirin. Gelê kurd û Kurdistanî bi salan e ku bi bûyerên bi vî rengî re rû bi rû ne. Ji destpêka avakirina komarê û vir ve polîtîkayên qirkirina çandî bê navber domandine û vaye îro jî bi mînakek şênber li ber çavê raya giştî ye. 
 
Navê kesekî wek Dewlet Bahçelî ku rasterast dijminatiya kurdan dike, li devereke Amedê kirin ji bo gelê kurd bêrêzî û heqareteke mezin e. Ev yek li hemberî dîrokê bi xwe jî bêrêzî ye. 
 
Sedema ku desthilatdar û saziyên dewletê ewqasî bi bîra gelê Kurd û Kurdistanî dilîzin jî nezanîna rastiya berxwedêriya vî gelî ye. Loma faşîzm îro di asta ku êdî heta bi cihên dîrokî jî ji xwe re dike hedef li ser kar e. Ji bo ku gelê kurd ji bîra wî ya çandî qut bikin, ji navên mirovan bigirin hetanî navê gund û bajaran, navê kuçe û kolanan, navê gelî û newalan navê çiyayan û heta navê kargehên me guherandin. 
 
Îro jî bêrêziya herî mezin ku li hemberî vê civakê tê kirin, avakirina daristaneke bi navê neyarê vê civakê yê sondxwarî ye. Bi vê yekê bi awayekî aşkere dibêjin ku "em ê pêşî we ji hêla çandî û dîrokî ve û paşê jî ji her hêlê ve qir bikin û tiştekî ji we nehêlin”. Gelê kurd dê bi tu awayî van biryarên faşîst nas neke û serî li hemberî wan netewîne. Çawa ku di dîrokê de her tim li hemberî van polîtîkayan li ber xwe daye, ji îro û şûn de jî serî netewîne. 
 
Qeyum û kesên ku ev biryar dane divê demildest ji vê biryara kirêt vegerin. Di serî de wek sazî û dezgehên çand û hunerê û hemû sazî û dezgehên sivîl ên li Amedê bi tu awayî em vê biryarê nas nakin. Xwedîderketina li çand û dîroka vê civakê peywira me hemûyan e. Em ê li dijî her polîtîkayên qirkirin û bişaftinê bi gelê xwe re têbikoşin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku rê nedin biryarên bi vî rengî."