Li Rihayê zarokek hat kuştin

  • 14:02 11 Çile 2022
  • Rojane
RIHA - Li navçeya Xelfetiyê Adîle Can ji aliyê kes an jî kên nasnameya wan ne diyar ve hat kuştin.
 
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê Adîle Can a 17 salî ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve bi giranî hat birîndarkirin. Piştî ku ximên Adîleyê agahîn dan xebatkarên tendirustiyê wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelfetiyê. Adîle li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.