Li Şirnexê mirina bi guman a zarokekê

  • 12:36 11 Çile 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Li taxa Bahçelîevler a Şirnexê, zaroka 16 salî ya bi navê Evîn Taşar bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li taxa Bahçelîevler a Şirnexê, zaroka 16 salî ya bi navê Evîn Taşar duh bi şev bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gor îdîayan Evîn li qatê 6'emîn a avahiyê ketiye xwarê. Cenazeyê Evîn ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. 
 
Hat gotin ku cenazeyê Evînê, piştî otopsiyê li Gorostana Nalarû ya Şirnexê bê definkirin.